AKP’ê dest bi memûrên CHP’î jî kir
Dûrxistina memûran a piştî Rewşa Awarte bi memûrên CHP’î dewam dike.
Dûrxistina memûran a piştî Rewşa Awarte bi memûrên CHP’î dewam dike.
Şaredariya Mamakê ya Enqereyê ku AKP’î ye, bi hinceta Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de 6 memûr ji wezîfeyê kirin. 6 memûrên bi navên Yilmaz Yildirimci, Songul Kantarci, Husnu Gençturk, Huseyîn Kirici, Îbrahîm Yapmiş, Haydar Gumuş ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Yilmaz Yildimri bi hinceta doza KCK’ê, Songul Kantarci jî bi hinceta ku wêneyên pesnê YPG’ê didin li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kirine ji wezîfeyê hatin dûrxistin, 4 memûrên CHP’î jî bi hinceta ku heqaret li Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kirine ji wezîfeyê hatin kirin.
Endamê Meclîsa Şaredariyê Riza Kaplan ê CHP’î ev rewş şermezar kir, wek bêdengkirina mûxalîfan bin av kir û got ne mimkûn e ku vê rewşê qebûl bikin.