ROJANE
Hemû Nûçe
-
Du maşînên kar li Îzmîrê hatin şewitandin
Du maşînên kar ên rêyên bejahî li Bornovayê hatin şewitandin. -
Li Kîelê daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hat kirin
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, li dijî êrîşên qirkirina siyasî ev 5 roj in çalakiya kon dewam dike. -
Di kongreya Dîe Lînke de piştgirî ji HDP'ê re hat dayîn
Di kongreya eyaleta Hessene ya Dîe Lînke de, qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan hat şermezarkirin û piştgirî ji HDP'ê re hat dayîn. -
Li Parlementoya Danîmarkayê li ser êrîşên HDP’ê civîn
Li Parlementoya Danîmarkyê di hevdîtina li ser pêşniyarpirsa têkildarî girtina wekîlên HDP’ê û rojnamegeran de, daxwaz kirin ku girtî bên berdan. -
Li Brukselê 10 hezar kes li dijî faşîzma AKP’ê meşiyan
Li paytexta Belçîka Brukselê li dijî faşîzma AKP’ê 10 hezar kes hatin cem hev, zextên li ser HDP’ê protestokirin. Di axaftinên li vir hatin kirin de, AKP hate şermezarkirin, li dijî faşîzmê banga berxwedanê hate kirin. -
Elmanya ji bo Başûrê Kurdistanê 1000 çekên G36 şand
Elmanya da xuyakirin ku di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji bo Başûr Kurdistanê çekên nû şandin, heta roja îro bi hezaran ton çek û cebilxane şandine. -
10 sal ceza dan Hevserokê SES’ê yê Şaxê Agiriyê
Ji bo Hevserokê SES’ê yê Şaxê Agiriyê Recep Altindag bi îdîaya “Encamê rêxistinê” 10 sal cezayê girtîgehê hate dayîn. -
HDP’ê dorpêla li ser avahiya Partiya Şoreşgeran şermezar kirin
HDP’ê, dorpêça polîsan a li ser avahiya Partiya Şoreşgeran a bi boneya wêneyên Demîtaş û Yuksekdag a bi avahiyê ve hatiye daliqandin, şermezar kir. -
Polîs, êrîşî avahiya Partiya Şoreşgeran dikin
Polîsa xwe amade dikin ku êrîş bibin ser avahiya Partiya Şoreşgeran a li Kadikoyê. -
Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag serî li AYM’ê dan
HDP’yiyan, têkildarî hevserokên giştî Demîrtaş û Yuksekdag serî li AYM’ê dan. Têpayîn ku di hefteya pêşiya me de biryar bê eşkerekirin. -
AKP’ê sînor derbas kirin: Li Swîsreyê der barê 2 rojnamevanan de doz
AKP ya ku li Tirkiye û Kurdistanê bi girtin û mohrkirina bi sedan dezgeh û saziyên çapemeniyê têr nebû, ji bo dengê rexneyên li derveyî welat jî qut bike, xwe amade dike ku der barê 2 rojnamevanan de dozê veke. -
Bîlançoya êrîşa li dijî hilbijartî û şaredariyan
Êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê bênavber dewam dikin. Tevî Hevserokên HDP'ê, parlamenter û Hevserokên DBP'ê, 37 Hevşaredarên DBP'yî ji aliyê AKP/Qesrê ve dîl hatin girtin. -
Bîlgen: Em ê biryara xwe ya dawî hefteya bê eşkere bikin
Berdevkê HDP'ê Bîlgen diyar kir, ew ê biryara xwe ya dawî ya li ser xebatên Meclîsê, heta destpêka hefteya bê eşkere bikin. -
Bi hezaran kes li Brukselê li dijî faşîzma AKP'ê dimeşin
Kurdistanî û hêzên demokratîk ên li Ewropayê dijîn, ji bo êrîşên qirkirinê yên AKP'ê şermezar bikin, li paytexta Belçîka Brukselê xwepêşandaneke protestoyî lidar dixin. -
HDP'yiyan li ser faşîzma Erdogan bi Serokê PE re hevdîtin kirin
Faşîzma AKP/Qesrê di rojeva Parlamenta Ewropayê de ye. Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) bi protokola hikûmetê pêşwaziya parlamenterên HDP'ê kir. -
Med Nûçe û Newroz TV bi ser ketin, Eutelsat û TC'ê winda kirin
Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê, biryareke erênî ji bo Med Nûçeyê da. Parêzerê Med Nûçe ji bo vê biryarê got, "Ji aliyê azadiya çapemeniyê ve serketineke mezin e." -
Koma ji Darmstadtê di hefteya 230. de Nobeda Azadiyê digire
Piştî hunermendên TEV-ÇAND'ê, Kurdistaniyên ji bajarê Darmstadtê hatin Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' vê hefteyê digire. -
Li Stockholmê çalakiya ji bo HDP'ê
Bi armanca şermezarkirina darbeya AKP/Qesrê û destekkirina parlamenterên HDP'ê, komek ji Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, duh êvarê li gara trenê ya navendî xwepêşandanek lidar xistin. -
DYA: Li El Babê em piştgiriya hewayî nadin Tirkiyeyê
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehbayê dewam dikin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da xuyakirin, ku ew destekê nadin operasyona Tirkiyeyê ya li dijî El Babê. -
Katî Pîrî xwest hevdîtinê bike, lê Tirkiyeyê ziyareta PE taloq kir
Piştî girtina parlamenterên HDP'ê û rojnamevanan, heyetek ji Parlamenta Ewropayê (PE) xwest Tirkiyeyê ziyaret bike, lê ji ber sedema "lihevnekirina li ser formata hevdîtinê" ev serdan hat taloqkirin. -
Êrîşên AKP/Qesrê li 3 bajaran hatin şermezarkirin
Li bajarên Berlîn û Hamelnê yên Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, êrîşên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin. -
Li Palermo û Lîvornoyê piştgirî ji HDP'ê re hat dayîn
Şaredariya bajarê Palermo ya Îtalyayê, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesrê li dijî HDP'ê dimeşîne, çalakiyeke protestoyî lidar xist. -
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom bersiva 51 RCS da
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da nameya 51 rêxistinên civakî yên sivîl, ku piştî girtina qenalên radyo û televîzyonê ji aliyê rejîma AKP'ê ve name ji Hikûmeta Swêdê re şandibûn. -
Wekîlên Swîsreyî wekîlên HDP'yî kirin xwişk-birayên xwe û...
Parlamenterên Sosyal Demokrat, Kesk û Partiya BastA yên Swîsreyî dan xuyakirin, ku ew hemû parlamenterên HDP'yî weke parlamenterên xwişk û bira radigihînin. -
'AKP û Qesr Rewşa Awarte weke firsendekê bi kar tînin'
Hevserokên HDP'ê yên Amedê Leygara û Ozer nerazîbûn nîşanî darbeya li vîna gelê Kurd hatiye kirin dan û diyar kirin, desthilatdariya AKP'ê wê ti carî bi ser nekeve. Hevserokan gotin, gelê Kurd wê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkeve.