Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom bersiva 51 RCS da

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da nameya 51 rêxistinên civakî yên sivîl, ku piştî girtina qenalên radyo û televîzyonê ji aliyê rejîma AKP'ê ve name ji Hikûmeta Swêdê re şandibûn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Federasyona Ermeniyan, Federasyona Kurdan, Federasyona Asûrî-Suryaniyan û Federasyona Elewiyan jî di nav de 51 Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) piştî giritna gelek saziyên medyayê li Kurdistan û Tirkiyeyê û giritna Med Nûçe TV û Newroz TV li Ewroapyê, nameyek ji Serokwezîr û 4 wezîrên Swêdê re aşndin û bang li wan kirin ku li dijî binpêkirina mafê azadiya çapemeniyê û ramanê helwestê nîşan bidin.

Di nameyê de hişyarî hatibû dayîn, ku piştî bêdengkirina medya mûxalîf wê parlamenterên HDP'ê werin girtin.

Rojnamevan-nivîskar Kurdo Baskî jî tevî nameya 51 RCS, têkildarî fikarên li ser rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê nameyek ji Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom û Wezîra Çand û Demokrasiyê Alîce Bah Kûhnke re şandibû.

Piştî ku parlamenterên HDP'ê hatin girtin, heyetek ji dehan rêxistinên civakî yên sivîl roja 7'ê Mijdarê bi rêveberên Partiya Karker a Sosyal Demokrat re hevdîtin kiribû û ji hikûmeta Swêdê re careke din name şandibû. Di nameyê de ji hikûmetê hatibû xwestin, ku helwesteke zelal li dijî girtina parlamenteran li Tirkiyeyê nîşan bide û danekirinan ferz bike.

Wallstrom jî bersiva nameyê de û bi gotina "Kurdo yê dilovan û komeleyên ku binpêkirina azadiya çapemeniyê û ramanê ya li Tirkiyeyê xistine rojevê" dest bi bersivê kir: "Hikûmet, mîna we bi fikar rewşa li Tirkiyeyê dişopîne. Em bûyerên li welêt ji nêz ve dişopînin û di daxuyaniya xwe ya piştî hewldana darbeyê ya mehên havînê de, min ji hemû aliyan xwestibû ku li gorî pîvanên demokrasiyê û dewleta hiqûqê tevbigerin."

Wallstrom da xuyakirin, ku dema azadiya ramanê û mijara xebata azad a akademîsyen û medyayê li Tirkiyeyê were nirxandin, rewş gelekî cidî ye û anî ziman, ku wan ev yek ji hikûmeta Tirk re ragihandine û heta bê başkirin ew ê mijarê timî bixin rojevê.

Wezîra Karên Derve diyar kir, wê di daxuyaniyeke din de jî fikarên xwe yên li ser girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenteran bilêv kiriye û bendewariya xwe ya ji bo berdana wan nîşan daye.

Wallstrom bibîr xist, ku Swêd dixwaze hikûmeta Tirk bi mûxalefetê re diyalogê pêk bîne, ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike û destnîşan kir, ku bilêvkirina cezayê îdamê ji aliyê rayedarên Tirk ve, cihê tirs û fikaran e.