Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag serî li AYM’ê dan

HDP’yiyan, têkildarî hevserokên giştî Demîrtaş û Yuksekdag serî li AYM’ê dan. Têpayîn ku di hefteya pêşiya me de biryar bê eşkerekirin.

Girtina Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag birin Distûra Bingehîn (AYM) ê. Parêzer serlêdanên takekesî li AYM’ê kirin.

Rewşa girtina Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag birin Dadgeha Distûra Bingehîn(AYM) ê. Piştî Demîrtaş û Yuksekdag 4’ê Mijdarê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Amedê de hatin girtin û hemû serlêanên li dijî girtinan wan li dadgehên herêmî hatin redkirin parêzeran bi awayekî takekesî serî li Dadgeha Distûra Bingehîndan.

Dosyaya serlêdanê ji aliyê parêzerên partiyê û parlamenterên HDP’ê Mîthat Sancar, Pervîn Buldan, Nîmettullah Erdogmuş, Osman Baydemîr, Çaglar Demîrel û Meral Daniş Beştaş radestî dadgehê hat kirin.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku girtina hevseroka bêhiqûqî ye û biryara Dadgeha Distûra Bingehîna ku wê parlamenter bi girtî neyên darizandin hat bibîranîn. Piştî serlêdanê Hevcigira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Aysel Tugluk li ber dadgehê daxuyaniyek da. Tugluk da zanîn ku ew girtina wekî darbeyê binav dikin û wiha got: “Pêvajoyek girtinan a li dijî Qanûna Bingehîn hat destpêkirin. Ji ber me ev girtin li dijî qanûna bingehîn û qanûnên navneteweyî dît me serlêdan kir. Em hêvî dikin ku Dadgeha Distûra Bingehînvan pêkanînên ku li dijî peymana navneteweyî ye hiqûqê bixe dewrê û biryara serbestberdana hevşaredarên me bide.”

Parêzera selêdanê Reyhan Yalçindag jî anî ziman ku li vî welatî hiqûq li gorî kesekê tê pêkanîn û wiha pêde çû: “Li gorî nasnameyên siyasî biryar tên dayîn. Em carekdin li virim li pişt me Dadgeha Bingehîn heye ji berk u gelek binpêkirinên mafên mirovan ên ku biçin DMME’yê hene. Ger dadgeh îspat bike ku wê mafê serlêdanê bi adîlane bimeşîne, ev wê xwedî li derketina li biryarên xwe be. Wê demê wê hemû welatî bêjin ‘ne li gorî kesan li gorî dadgeha îhlalê tevdigere’. Ji ber wê banga me ewe ku dadgeh xwedî li biryarên xwe derkeve.”

Parlamenterê HDP’ê Mîthat Sancar jî wiha axivî: “Rakirinan destnedana me parçeyek ji darbeyê ye. E beriya niha jî gotibû ev bêhiqûqi ye. Operasyon siyasî ned. Em li dijî vê hemû riyên hiqûqê bikar bînin. Ev jî bingeha têkoşîna me ya siyasî ye. Biryara dadgehê ya ji bo Balbayê dayî heye. Biryar dabû ku wê parlamenter bêyî girtî bên darizandin. Rewşa niha xiraptire. wê tokîşana me ya li dijî vê bidome.”

Têpayîn ku wê biryara derbarê serlêdanê de hefteya pêşiya me de bê aşkerakirin.