'AKP û Qesr Rewşa Awarte weke firsendekê bi kar tînin'

Hevserokên HDP'ê yên Amedê Leygara û Ozer nerazîbûn nîşanî darbeya li vîna gelê Kurd hatiye kirin dan û diyar kirin, desthilatdariya AKP'ê wê ti carî bi ser nekeve. Hevserokan gotin, gelê Kurd wê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkeve.

Hevserokên HDP'ê yên Amedê Cebbar Leygara û Gulşen Ozer, ku di 11'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, 28 rojan bi rengekî nehiqûqî di binê çavan de ma bûn. Leygara û Ozer, êrîşên di dema dawî de li partiya wan tên kirin, operasyonên siyasî û komeleyên hatin girtin ji ANF'ê re nirxandin.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cebbar Leygara da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê Rewşa Awarte ji xwe re kiriye firsendek û wê ji niha û pê ve jî jê sûdê werbigire. Leygara destnîşan kir, Rewşa Awarte tê wateya bêhiqûqiyê.

'YA KU LI HDP'Ê TÊ KIRIN WÊ SIBE LI CHP'Ê JÎ BÊ KIRIN'

Leygara girtina hevşaredarên DBP'yî, hevserok û parlamenterên HDP'ê bibîr xist û anî ziman, hewl tê dayîn zemîna qanûnî, demokratîk û meşrû li Kurdan were girtin. Leygara da xuyakirin, ev yek ne tenê êrîşek li dijî partiyan e û got, "Tercîha gel ji nedîtî ve tê, yanî tercîha 6 mîlyon mirovî tine dihesibînin. Birêz Gultan Kişanak li Amedê dengê 600 hezar mirovî girt. Miroveke ku bi 600 hezar dengî hate hilbijartin, bi îfadeyên bêbingeh hat girtin. Ez vê yekê dibînim. Bi girtina rêyên demokratîk re ji Kurdan re dibêjin 'hûn nikarin bi vê rêyê li mafên xwe bigerin'. Lewma desthilatdariya AKP'ê Rewşa Awarte weke firsendekê bi kar tîne û asta zextê bilind dike. Ez hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê hişyar dikim. Ya ku îro li HDP'ê tê kirin wê sibe li CHP'ê jî were kirin. Wê li wekîlên CHP'ê jî were kirin. Faşîzm tiştekî bi vî rengî ye. Dixwaze her kesên mûxalîf bigire. Li derve mîtîng, daxuyaniya çapemeniyê qedexe dike û bêdengiyê li ser çapemeniya azad ferz dike. Lê belê ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e, ev pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye."

'NE SIYASET, HER QADA JIYANÊ HATIYE QEDEXEKIRIN'

Leygara girtina komeleyan bi biryarnameyan bibîr xist û anî ziman, birîneke mezin li demokrasiyê der bûye. Leygara destnîşan kir, ku li Tirkiyeyê zemînê demokratîk nema ye û diyar kir, ti cih nema ye ku mirov karibin bi rengekî azad nêrînên xwe yê bilêv bikin. Leygara got, "Ji bilî partiyên siyasî, komeleyên bi rengekî civakî ava bûne hatin girtin. Mînak; Komeleya Sarmaşik ti aliyekî xwe yê siyasî nîne. Komeleyeke ku mehane alîkarî dida 5 hezar xizanan. Xebatên wê jî sekinandin. Gelek komeleyên jinan, komeleyên hiqûqnasan, komeleyên parastina çanda Kurdan hatin girtin. Ne tenê siyaset hat qedexekirin, her qada jiyanê hat qedexekirin."

'GELÊ AMEDÊ Û KURDISTANÊ WÊ BÊDENG NEMÎNE'

Leygara herî dawî bal kişand ser girîngiya xwedîderketina gel li partiyên xwe û got, "Yên zextê giran dikin divê zanibin; çawa ku di 12'ê Îlonê de hêrsa gel teqiya, sibe jî wê li vir bibe. Ji ber ku bêhiqûqî, helwestên kêfî û nenaskirina qanûnan di ti serdemê de nehatiye dîtin. Pêkanîneke ku ji ya 12'ê Îlonê jî wêdetir li ser kar e. Ez bawerim, di serî de gelê Amedê, wê hemû gelên Kurdistanê, tevî ku îro bêdeng xuya dikin jî, di dema herî kurt de hêrsa xwe nîşan bidin û hesab bipirsin."

'EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN'

Hevseroka HDP'ê ya Amed Gulsen Ozer jî destnîşan kir, ku ti hêz nikare vîna gel bişikîne. Ozer da xuyakirin, ku li dijî vê bêhiqûqî û bê edaletiyê divê gel li ber xwe bide û got, "Em di demeke welê de ne ku êdî qanûn derbas nabe û bêhiqûqî di asta herî bilind de ye. Lazim e gel li ber rabe. Desthilatdariya AKP'ê darbeyeke mezin li gelê Kurd dike. Me dît kudi nava 90 salî de di kîjan astê de zilm li vî gelî tê kirin. Me bi gelê xwe re li ber xwe dan, em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Azadiya Hevserokên me û girtiyên me yên siyasî, armanca me ya sereke ye. Çawa ku hingî vî gelî paş ve gav navêt, xwedî li vîna xwe derket, ez bawerim wê îro jî bi heman rengî tevbigere."

...