Wekîlên Swîsreyî wekîlên HDP'yî kirin xwişk-birayên xwe û...
Parlamenterên Sosyal Demokrat, Kesk û Partiya BastA yên Swîsreyî dan xuyakirin, ku ew hemû parlamenterên HDP'yî weke parlamenterên xwişk û bira radigihînin.
Parlamenterên Sosyal Demokrat, Kesk û Partiya BastA yên Swîsreyî dan xuyakirin, ku ew hemû parlamenterên HDP'yî weke parlamenterên xwişk û bira radigihînin.
Gelek parlamenteran jî li Parlamenta Baselê çalakiyek lidar xistin û xwestin Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê derhal werin berdan.
Nerazîbûnên li girtina Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'yî, zêde dibin.
WEKÎLÊN HDP'YÎ WEKE WEKÎLÊN XWIŞK-BIRA RAGIHANDIN
Di çarçoveya kampanya piştgiriya HDP'ê de ku bi Pêşengiya Parlamenterên Kantona Baselê yên Partiya Sosyal Demokrat Edîbe Golgelî, Ûrsûla Mertzger û ji Partiya Keskan Tonja Zurcher tê meşandin, parlamenterên kantonê û federal ên Partiya Sosyalîst, Kesk û BastA hemû parlamenterên HDP'yî çi girtî çi jî ne girtî weke parlamenterên xwişk-bira ragihandin.
Li aliyê din, parlamenterên Kantona Baselê yên Partiya Kesk, Partiya Sosyalîst û BastA, di çarçoveya heman kampanyayê de li Parlamenta Kantona Baselê çalakiyek lidar xistin û xwestin Hevserok û parlamenterên HDP'ê derhal bên berdan.
Ev çalakî beriya destpêkirina rûniştina parlamentê pêk hat û bala hemû parlamenteran kişand. Parlamenterên çalakger, navên parlamenterên HDP'yî yên weke xwişk-birayên xwe ragihandin, hildan û daxuyaniyeke hevpar dan.
'VÊ BÊHIQÛQIYÊ BIQEDÎNIN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê li dijî bêhiqûqî û xisarên hikûmeta AKP'ê li welêt dike, hewldannek bê kirin û hat gotin, di serî de HDP'yî divê hemû girtiyên siyasî bi lezgînî werin berdan.
Parlamenteran bang li dewleta Tirk kirin, ku bi rêzdarî nêzî mafên mirovan ên bingehîn bibe û gotin, lazim e Hikûmeta Federal a Swîsreyê jî li dijî van binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê.
Parlamenteran bang kirin ku ev bêhiqûqiya li dijî wekîlên HDP'ê tê kirin, bê qedandin.
Parlamenteran ragihandin, çalakiyên ji bo destekkirina HDP'ê wê dewam bikin û anîn ziman, ku ew di heman demê de ji mîsyonên siyasî yên parlamenterên HDP'ê jî berpirsyar in.