Hunermendên bi pêşengiya HDK-Elmanyayê li hev civiyan, li dijî êrîşên qirkirinê yên faşîzma AKP/Qesrê dest bi kampanya îmzeyan kirin. Di metna kampanyayê de tê gotin, "Em ê ti carî serî netewînin û ji sedî sed bi ser bikevin."
Metna kampanyayê bi sernavê "Hunermendên gel wê serî li ber qesrê netewînin!" dest pê dike û wiha dewam dike:
"Pêvajoya heyî, asta herî bilind a faşîzmê bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Daxwaza qesrê diyar e. Hê bêhtir serîtewandin, hê bêhtir bêrengî, hê bêhtir mirin, hê bêhtir îşkence, hê bêhtir eciqandina vîn û rengan...
Dîrokê nîşan daye, ku li dijî her şêwe hewldanên serdestan ên ji bo serîtewandinê, gelan tenê bersivek dane: 'EM Ê BI TI AWAYÎ SERÎ NETEWÎNIN' û 'EM Ê JI SEDÎ SED BI SER BIKEVIN'
Weke kedkarên hunerê ku dixwazin bibin hunermendên gel, em ê timî dilsozê pîvana hunermendiya gel bin. Em ê li cem bindestan, li cem mazlûman cih bigirin û bi vî rengî hebûna xwe biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû bedewiyên ji bo civakê tên kirin, pîvana exlaqî ya hunerê ne. Berxwedana bi hunerê ya li dijî serdestan, li gorî me rêya herî rast e. Em bawerin, bi nêzîkatiyeke fahmker wê hunera watedar bê afirandin.
Lewma, em girtina Hevserokên me Birêz Demîrtaş û Yuksekdga ku vîna 6 mîlyon mirovî ye, girtina parlametnerên HDP'ê, hevşaredaran nûnerên saziyên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, saziyên çandê, tv û saziyên çapemeniyê şermezar dikin. Em zîhniyeta yek şexsî red dikin. Em careke din dixwazin bêjin, ku bi hevpariya hemû rengên civakê, wê cîhan bedewtir bibe.
Li dijî faşîzmê bijî hêza hunerê ya hevparkirina civakan!"
HUNERMEND WÊ DI 23'Ê MIJDARÊ DE LI DUSSELDORFÊ ÇALAKIYÊ LIDAR BIXE
Di daxuyaniyê de hat gotin, agahiyên berfireh ên li ser kampanyayê bi rêya emaila "[email protected]" dikarin bên peydakirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di heman demê de, hevalên me yên hunermend wê roja 23'ê Mijdarê bi rengê xwe li ber Parlamenta Dusseldorfê li hev bicivin û çalakiyekê lidar bixin. Em li benda tevlîbûneke xurt in."