Raportorê NY: Li Tirkiyê tiştên tirsnak dibin!
Raportorê Neteweyên Yekbûyî û Azadiya Derbirînê Davîd Kaye piştî têkiliyên xwe yên li Tirkiyê danîn, got, ‘’encamên ku me dîtin tirsnak in.’’
Raportorê Neteweyên Yekbûyî û Azadiya Derbirînê Davîd Kaye piştî têkiliyên xwe yên li Tirkiyê danîn, got, ‘’encamên ku me dîtin tirsnak in.’’
Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Azadiya Derbirînê Davîd Kaye, piştî têkiliyên xwe yên ku danîbûn daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Kaye li Mala Spî ya Neteweyên Yekbûyî, di civînê de got, ‘’encamên ku hatin ber me tirsnak in.’
’NIKARIN XWE BIGIHÎNIN PARÊZER, MALBAT Û PÊNÛS Û KAXEZAN’
Kaye got, ‘’Nûçegihanên ku me ew dîtin baş bûn, lê parêzer kêm dikarin wan bibînin. Tenê ne parêzer, kêm dikarin malbatan jî bibînin û kaxez û pênûs û pirtûk bigihin wan. Di mijara xwe gihandina zanînê de pir sînordarkirî ne. Şaşo maşo bûne û têşin.’’
Kaye got girtin divê ji rêgezên rêjebûn, hiqûqîbûn û hewcetiyê re bibin bersiv û got, ‘’Ji bo Necmîye Alpay a 71 salî û nûçegihanên din ên girtî ji van rêgezan re nabin bersiv.’’
‘DIVÊ SERBEST WERIN BERDAN; LI GORÎ PEYMANÊN NAVNETEWÎ DIVÊ BIÇIN’
Kaye bang li hikûmetê kir ku hemû nûçegihanên girtî serbest werin berdan û li ser girtina çapemeniyê, girtina siyasiyan, îhraca akademîsyenan, ji kar avêtinan, girtina komeleyan û astengkirina înternetê jî got, “ev hemû tişt me pir ditirsînin.’’
Kaye diyar kir BHQ pir rayeyê dide rayedarên hikûmetê û ew ê di rapora xwe de ku çend mehên pêş wê binivîse, wê pêşniyaran li Tirkiyeyê bike.
Kaye diyar kir li ser mijarên ku li jorê hatine diyarkirin ew ê pêşniyarên xwe bike.
LI PÊŞ HEVDÎTINÊ ASTENG
Kaye û şandeya gel, bi rayedarên hikûmetê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên çapemeniyê, akademîsyen û nûçegihanên girtî û nivîskaran re hatin cem hev. Lê destûr nehate dayin ku bi Ahmet Altan, Mehmet Alan, Kadrî Gursel, Murat Sabuncu, Karîkaturust Mûsa Kart û Aslî Erdogan re hev bibînin.
Şandeyê tenê dikarî Necmiye Alpay, Hakan Karasu, Bulent Utku, Guray Tekînoz, Mustafa Kemal Gungor û Onder Çelîk bibîne.