Polîsên Tirk avêtin ser Navenda Çandê ya Îdîlê: 10 kes hatin binçavkirin

Hate ragihandin ku polîsên Tirk avêtine ser Navenda Çandê ya Îdîlê û tevî hunermendên Grup Yorûm, 10 kes binçav kirine.

KARKERÊN TADÎLAT DIKIRIN JÎ BINÇAV KIRIN

Hate diyarkirn ku polîsên Tirk avêtine ser Navenda Çandê ya Îdîlê ku li Okmeydaniyê xebatan dike, 8 kes bi derbkirinê binçav kirine. Parêzer Yaprak Turkmen agahî dan ANF’ê, got ku gelek wesayîtên Akrep, TOMA û polîs hatin Okmeydaniyê, bêyî hincetekê bibêjin, bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin. Bal kişand ku tevî hunermendên Grup Yorûm Înan Altin, Sema Altin, Alî Araci, 10 kes bi êşkencekirinê binçav kirine, her wiha karkerên ku li navendê tadîlat jî dikirin xistin bin çavan. Li gel vê ragihand ku polîsan Navenda Çandê ya Îdîlê belav kirine, gelê taxê jî ji ber vê sepanîna kêfî derketiye di bin gazê de hiştine.