Lînde diyar kir, piştî ku gelek siyasetmedarên HDP’ê hatin girtin ew çûye Kurdistanê, Amedê û wiha got:
"Feleknas Ûca ku ez pê re axivîm, çenteyê xwe hazir kir û li salonê danî. Dibe ku niha were girtin û 15 sal ceza bidinê. Min rayedarên KJA’yê dîtin. Piştî wê bi rojekê ji hêla dewleta Tirk ve hate girtin û seroka wan berê hatibû girtin. Ez bi rêveberên Komeleya Mafê Mirovan re axivîm. Xebatkarên wan ji bo ku neyên girtin her şev li devereke dî dimînin."
Lînde diyar kir ku ev jinxas û mêrxas biryardar in ku têkoşîna xwe demokrasiyê bidomînin lê pêdiviya wan bi desteka dinyayê heye û diyar kirin, divê tenê qîma xwe bi gotinan neyînin û gotinan bi cih jî bînin.
Lînde pirs ji Serokwezîr Lofven kir bê ka heta ku Tirkiye hurmetê ji mafê mirovan re negire û siyasetmedaran serbest bernede wê Yekîtiya Ewropa muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyê re bide rawestandin an na.
Lofven diyar kir her kes ji bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bi tirs û fikar e û got, "Weke civaka sivîl, derfetên çapemeniyê jî pir sînordar in. Em ji kar avêtinên komî dibînin. Ev rewş ne erênî he."
Lofven diyar kir, rawestandina muzakereyan ên li gel Tirkiyê tenê bi cezayê îdamê dikare were rojevê.