Dosta Kurdan Sîw Homa jiyana xwe ji dest da

Parêzvana mafên mirovan, antî-emperyalîst, femînîst, dosta gelê Kurd û gelên bindest, wekîla berê ya Partiya Çep Sîw Holma ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.

Holma ya ku li bakurê Swêdê wek zaroka bavekî Samî yê ji Lapplandê û dayike Fînî ya ji Tornedalê hat dinê, beriya niha 35 salan di nav Komunîstên Partiya Çep ku navê îro Partiya Çep e, tevlî siyasetê bû. Holma ku 6 salan wek serokatiya herêmê ya partiyê hat wezîfedarkirin, ji bo femînîzm jî di bernameya partiyê de cih bigre têkoşiya. Tevî ku hemû delegeyên herêmê dij derketin jî femînîzm di bernameya partiyê de cih girt.

Ji sala 1995’an ve 19 salan parlamenterî kir. Ji ber nexweşiya pençeşêrê jî sala 2014’an nebû namzet.

Wek çawa di tevgera Femînîst de cih girt, di têkoşîna li dijî NATO û şer de jî bi awayekî çalak erk girt.

Tevî kul i ser navê Partiya Çep di Komîsyona Fînansê ya Parlamentoyê de cih girt jî, piştevaniya gelê Kurd û gelên bindest domand. Sala 2006’an dema dewleta Tirk nehişt pirtûkên Kurdî ji Swêdê derbasî welêt bibe, mijar anî rojeva parlamentoyê û ji bo pirtûk bigihêjin Kurdistanê ket nav hewldanên mezin.

Holma, gelek caran bi parlamenterên din re name, gotar nivîsîn, daxuyaniyên hevpar dan û binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û zext, êrîş û qetlîamên li ser Kurdan anîn zimên, li dij rabû.

Yek ji 8 Parlamenterên ku Rojnamevan-Weşanger Ragip Zarakolû yê sala 2012’an di operasyonên KCK’ê de hat girtin ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet nîşan da Holma bû.

Sala 2012’an ji bo destekdayina girtiyên ku li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kirin, li ber Parlamentoya Swêdê heta sibehê ma û piştgiriya Kurdistaniyan kir. Bi rondikên çavan ve peyamên destekê da berxwedêrên rojiya mirinê.