Li Stockholmê wê li dijî qedexeya PKK'ê çalakî bê lidarxistin

Li paytexta Swêdê Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan ji bo PKK'e ji 'lîsteya terorê' bê derxistin wê roja Yekşemê dakevin kolanan. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê ji ber pêşandanê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku PKK, 27'ê Mijdara 1978'an ji hêla rewşenbîrên Kurd û Tirk li dijî polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk hatiye damezirandin û sala 1997'an li DYA, 2002'yan li Yekîtiya Ewropayê wek 'rêxistina terorê' li lîsteyê hatiye zêdekirin û ev hatin gotin; "Ji ber Kurd li lîsteya terorê hatine zêdekirin, ev li ber çareseriyek aştiyane asteng e û berevajî hêzên hov ên mîna DAÎŞ û AKP'ê ku li herêmê şer dixwazin û qirkirinê dikin jî xurt dike.
Nayê qebûlkirin ku tevgerek azadiya gelekî ya di têkoşîna DAÎŞ'ê de diyarker e bi terorîzmê bê tewanbarkirin, di heman demê de ji bo tevahî herêmê taloke ye. PKK li dijî sîstema baviksalarî, nîjadperestî û fundamentalîzmê têkoşîna avakirina sazûmaniyek civaka pirrengî û demokratîk dide.
PKK, ji bo destpêkirina muzakereyên aştiyê ket nav hewldanan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji sala 1999'an ve li girtîgehê tê ragirtin, di çareseriya aştiyana ya welêt de xwedî rolek kîlît e. Lewre jî em daxwaza azadiya wî dikin. Em mafên mirovên xwe dixwazin û daxwaza me ew e ku PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin."

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê bang li tevahî Kurdistanî û dostên wan kir ku ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derketin, tevlî pêşandana ku wê 27'ê Mijdarê saet 14.00'an li Qada Slussen-Sodermalstorg bê lidarxistin bibin.