Kongreya Gel a Mezopotamyayê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
Kongreya Gel a Mezopotamyayê diyar kir, PKK'ê zincîra qedexeyê qetand û gelê Kurd gihand asteke welê ku nema li paş dimîne.
Kongreya Gel a Mezopotamyayê diyar kir, PKK'ê zincîra qedexeyê qetand û gelê Kurd gihand asteke welê ku nema li paş dimîne.
Kongreya Gel a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 38. salvegera damezrandina PKK'ê li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Kongreyê da xuyakirin, ku PKK'ê ji roja damezrandinê û vir ve berdêlên gelekî giran daye û meseleya Kurd xistiye rojeva raya giştî ya cîhanê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her şêwe zincîrên qedexeyê qetand û gelê Kurd gihand asteke welê ku nema li paş dimîne. Baş e, sira vê serketinê çi ye? Beriya her tiştî PKK ne tevgereke ku ji aliyê axa, şêx û berjewendîparêzan ve hatiye avakirin. Ew tevgereke ji nava gel ava bûye û ji aliyê zarokên gelê xizan ve hatiye damezrandin. Sosyalîst e, enternasyonalîst e. Îdeolojiya wê bandor li hemû gelan kir.
Gelê Asûrî-Suryanî ku xwedî heman çarenûsa gelê Kurd e, li ser heman xakê dijî û dijminê wan yek e, bi sempatiyeke mezin nêzî vê tevgerê bû. Beriya salên 1970'î, hejmara Kurdên bi mûameleya însanî nêzî gelê me dibûn, gelekî kêm bû. Piştî salên 1970'yî bi destpêkirina tevgera şoreşger a Kurdistanê bi taybetî bi derketina tevgera PKK'ê re guhertineke mezin rû da. Û nêzîkatiya li gelê me bi 180 dereceyî ji aliyê erênî ve guherî. Ji bo rêxistinbûyîna gelê me, PKK'ê hemû derfetên xwe seferber kir."
Kongreya Gel a Mezopotamyayê da xuyakirin, ku weke saziyeke siyasî ya gelê Asûrî-Suryanî ew ê pitgiriyeiya xwe ya bi PKK'ê re bi rengê herî xurt bidomînin û di sala 39'an de ji aliyê siyasî û leşkerî ve serketin ji tevgera azadiyê re xwest.