Beşek mezin a cebilxaneyên aîdî artêşa Tirk hatin desteserkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî êrîşa artêşa Tirk a li ser gunên Rojavayê Minbicê û şûn de di şerê derketî de beşekî mezin cebilxaneyan hatin desteserkirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî êrîşa artêşa Tirk a li ser gunên Rojavayê Minbicê û şûn de di şerê derketî de beşekî mezin cebilxaneyan hatin desteserkirin.
Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 êrîş birin ser gundê Sebwêran û Girhoyek ên rojavayê Minbicê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berisva êrîşan da û şer qewimî.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîş pûç kirin û gelek çete kuştin. Di heman demê de şervanan dest danîn ser çek û cebilxaneya ku artêşa dagirker û çeteyên wê li peyî xwe hîştin û ji qada şer reviyan.
Navenda Raghandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenên çek û cebilxaneyên ku duh ketin destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê weşand.