MLKP’ê daxuyaniyek nivîskî da û 38’emîn salvegera damezirandin Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz kir û got: “Şoreşa Kurdistan, bi berxwedane dîrokî ji bo gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn derîyê azadîyê vekir.Bi şoreşa Rojava jî hêviya gelên azadîxwaz, mezinkir. “
Di daxuyaniya MLKP’ê de wiha hate gotin: “Gelê Kurd ji qereqolan heta zîndanan, ji kolan, gund û bajaran heta çiyê bi bedelê mezin li dijî dijminên hovan, xwîn xwar û faşîstan li ser piya ma. Li dijî îxanet, komplo, komkujîyan her sal têkoşîna xwe wek agirê Newroz geş û bilind kir. Ne darbeya 12’ê İlonê, ne şerê qirêj û psîkolojîk ne jî sîyaseta teslîm girtinê nikarîbû li ber meşa azadiya gelên Kurdistanê bigire.
Bê gûman ev dîrok di heman demê dîroka Partiya Karkerê Kurdistan, PKK’ê ye. Ew dîrok bi deh hezaran şehîd, birîndar, girtî û şervanên PKK bi tîpên zêrîn ji pêlên dîrokê re hate nivîsandin.“
MLKP diyar kir ku ew wekî şervanên MLKP, ji qadên azad heta qadên demokratîk, ji xaka Rojava û Sûriyeyê heta xaka Şêngalê li hemberî dijminê gelan û bindestan mil bi mil bi rûhê hevaltiya şoreşgerî bi hev re şer dikin. Li berxwedana Nisêybîn, Cizîr, Sûrê di çeperên şerê de gotina “em” hê bêhtir digihije rastiya xwe. Îro jî li hemberê faşizma AKP û dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ’ê di hemû qadên têkoşînê de bi hev re têkoşîna azadiya gelan dimeşînin. Ev meş wê bi ser bikeve.
Herî dawî wiha hate gotin: “Em bi baweriya hevaltî, 38. Salvegera demezrandina PKK di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gerila û şervan; birîndar, gazî û dîlên PKK’ê , li malbatên şehîdan û li gelên Kurdistanî pîroz dikin. Di sala 38'emîn de em ji PKK’ê re serkeftinê dixwazin.”