ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Bi yekitiya çalakiyê em dikarin bi ser bikevin’
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu got, “Her kêliya ku ji destê me diçe weke komkujiyê, çewisandinê li me vedigere û wê vegere jî. Em li gorî pêdiviya vê rewşa siyasî bi yekbûna çalakiyê û yekbûna rê dikarin heq jê derkevin.” -
Li Osloyê pîrozbahiya salvegera damezirandina PKK’ê
Li Osloyê salvegera PKK’ê ji hêla CDK-Oslo û ciwanên Ungkurd ve hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan Kurdistanî amade bûn, pîrozbahî bi coşdariyeke mezin pêk hat. -
Êrîşên qirkirinê li Lubeckê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lubeck ê Elmanyayê dijîn, êrîşên qirkirinê yên AKP’ê bi meşekê protesto kirin. -
Pîrozbahiyên damezirandina PKK’ê didomin
Li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyên 38. salvegera damezirandina PKK’ê didomin. Pîrozbahiya li Akademiya Ş. Mervan a Daqoqê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. -
Koç: Li dijî polîtîkayên antî Kurd ên Tirkiyeyê yekîtiya neteweyî divêtî ye
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç diyar kirk u dewleta Tirk polîtîkayên antî Kurd dimeşîne, ji ber vê jî dixwaze bikeve Şengal û Mûsilê, destnîşan kir ku li dijî vê ‘têkoşîna bi awayê yekîtiya neteweyî’ divêtî ye. -
AKP’ê astengdar ji mirinê re hiştin
Hikûmeta AKP’ê, bi guherîna qanûnên nimro 2022 û 2828’an ku mûçeyên astengdaran rêkûpêk dike, dahatûya bi deh hezarana welatiyên astengdar birî. Astengdaran gotin ku ji ber guherînên qanûnan bi awayekî fermî ji mirinê re hatine hiştin. -
Li Stûtgartê li dijî Rewşa Awarte mîtînga hevpar
Kurd û dostên wan li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Stûtgartê ji bo protestokirina faşîzma AKP/Qesrê mîtîngek hevpar li dar xistin. -
‘Divê em piştgiriya Şirnexê xurt bikin’
Endama Desteya Rêveber a KDG’ê Benazîr Coşkûn, bal kişand ku beşeke mezin a Şirnexê hatiye wêrankirin û bi awayekî giran hatiye talankirin û got: “Gazincên gelê Şirnexê ji me hemûyan heye, dive em bidin hîskirin ku gelê Şirnexê ne bi tenê ye.” -
Partiya Sosyalîst a Ewropayê piştgirî da HDP’ê
Civîna Konseya Serokatiyê ya ku ji hêla Partiya Sosyalîst a Ewropayê li Pragê hat lidarxistin bi dawî bû, girtina wekîl û şaredarên HDP’î jî bûn rojev. -
Şîlan Kobanê û hevalên wê li Hambûrgê hatin bîranîn
Şîlan Kobanê û hevalê wê yên ku sala 2004’an di encama komployekê de hatin qetilkirin, li Hambûrgê hatin bîranîn. -
Li Parîsê ji bo Ocalan azadî hat xwestin
Li paytext Parîs, ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin. -
Parlementerên hatine girtin hatin ziyaret kirin
Bûldan û Sancar ên HDP’yî, parlementerên hatine girtin, ziyaret kirin. -
‘Zû yan dereng em ê TV 10 vekin’
Xebatkarên TV 10 ya hat girtin, carek din daketin Qada Galatasarayê û bi pankarta “Dengê Elewiyan nayê qutkirin” daxuyanî dan û gotin “Zû an dereng em wê qanala xwe vekin û dest bi weşanî bikin” -
Li Arnhemê pîrozbahiya salvegera PKK’ê
Li bajarê Arnhemê, salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin. -
Li Amed û Îzmîrê li aqûbeta windayan hate pirsîn
Lêgerîna xizmên windayan a li edaletê vê hefteyê jî dewam kir. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed û Îzmîrê çalakî lidar xistin. -
Pêşî li tedawiya girtiyê nexweş Erol Zavar tê girtin
Di çalakiya "Rûniştina F" de, ku cara 245'an tê lidarxistin hat gotin, tedawiya girtiyên bi kansera mîzdankê Erol Zavar tê astengkirin. Çalakgeran xwestin Zavar derhal bê berdan. -
Ev 23 sal in li aqûbeta bavê dipirse
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di binê çavan de hate windakirin, pirsîn. -
Piştî 22 salan ji bo Ozgur Ulke'yê li hev civiyan
Xebatkarên çapemeniya azad, di salvegera 22. a bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de li hev civiyan û ji xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da re name xwendin. -
Divê hikûmetên Ewropayê li dijî karên MÎT'ê tedbîran bigirin
KCDK-E bal kişand ser nûçeyên demên dawî yên ajansa AA û diyar kir, divê Ewropa li dijî xebatên MÎT'ê ku rêxistinên Kurdan dike hedef, tedbîrên cidî bigire. -
Sîbel Çapraz ev 9 meh in li benda emeliyatê ye
Endama Meclîsa Bajêr a DBP'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz, ku bi fîşeka polîsan bi giranî birîndar bû û nikare milê xwe yê rastê bilivîne, ev 9 meh in li girtîgehê li benda emeliyatê ye. -
'Em berxwedana li dijî neheqiya bi biryarnameyan tê kirin, geş bikin'
Akademîsyen Nûriye Gulmen a bi neheqî ji wezîfeyê hat kirin û ji bo li karê xwe vegere bi rojane li Kolana Yukselê li ber xwe dide, banga berxwedanê li gelên Tirkiyeyê kir. -
PE wê malovaniyê ji 13. Konferansa Kurd a Navneteweyî re bike
13. Konferansa Kurd a Navneteweyî wê îsal di navbera 7-8'ê Kanûnê de li Parlamenta Ewropayê (PE) bê lidarxistin. -
Aborînas Sonmez: Çareseriya krîza aborî ya li Tirkiyeyê, polîtîk e
Sonmez da xuyakirin, ku çareseriya krîza aborî ya li Tirkiyeyê ne aborî ye, lê polîtîk e û ji bo azadiyê jî işaret bi girîngiya xurtkirina têkoşînê û tifaqa mûxalefetê kir. -
Der heqê Tûncel de îdîaname hat amadekirin: 135 sal cezayê hepsê tê xwestin
Der barê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel de îdîaname hat amadekirin. Der heqê Tûncel de 135 sal cezayê hepsê tê xwestin. -
Xelata CCBE radestî Elçî, Acînîklî, Demîr û Bîngol hat kirin
Xelata Mafên Mirovan a CCBE îsal radestî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Amedê hat qetilkirin û parêzerên endamên OHD’ê Ayşe Acînîklî, Ramazan Demîr û Ayşe Bîngol hat kirin.