Partiya Sosyalîst a Ewropayê piştgirî da HDP’ê

Civîna Konseya Serokatiyê ya ku ji hêla Partiya Sosyalîst a Ewropayê li Pragê hat lidarxistin bi dawî bû, girtina wekîl û şaredarên HDP’î jî bûn rojev.

Di civîna PES’ê de ku pêşnûmeya bi armanca piştgiriya HDP’ê hat qebûlkirin, ji bo HDP’ê bangên destekê hatin ziman.

Di Civînên Lîderan a PES’ê de û civîna Konseya Jinê ya PES’ê de ku bi tevlîbûna delegasyonên HDP û CHP’ê li Pragê hatin lidarxistin, pirsgirêka Kurd bû yek ji rojevên esasî.

Heyeta ku ji parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca û nûnerên Ewropayê Eyyup Dorû û Fayik Yagizay pêk tê, di gelek civînan de têkîldarî bûyerên li Kurdistanê axivîn. Gelek rêveberên partiyan jî di civînên PES’ê de anîn ziman ku girtina hevserokên HDP’ê nayê qebûlkirin.

PÊŞNÛMEYA TIRKIYEYÊ YA KU CHP LI DIJÎ RADIBÛ HAT QEBÛLKIRIN

Di civîna PES’ê de pêşnûmeya biryarê ya ku HDP’ê destek dikir, lê heyeta CHP’ê li dijî radibû, hat erêkirin.

Di pêşnûmeya biryarê de banga diyaloga siyasî û maseya muzakereyan li dewleta Tirk tê kirin, girtinên wekîlên HDP’ê, rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan hat şermezarkirin.

Di pêşnûmeyê de tê gotin ku dixwazin muzakereyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê di şertên asayî de dewam bike, ji ber AKP ne li gor rêgezên mafên mirovan û dewleta hiqûqê tevdigere, ji saziyên mîna Komîsyona Ewropa, Konseya Ewropayê re tê pêşniyarkirin ku ‘bi demkî muzakere bên rawestandin.’

Di pêşnûmeya biryarê de ku ji hêla Partiya Sosyalîst a Fransiz (PS) hat xwendin, daxwaz tê kirin ku hevserok û endamên HDP’ê der hal bên berdan.

OZSOY BANGA PIŞTGIRIYA HDP’Ê KIR

Parlamenterê HDP’ê Hîşyar Ozsoy di civînê de axivî, banga piştgiriyê li lîderên partiyên ku endamên PES’ê ne kir.

SEROKÊ PES’Ê: EM Ê LI CEM HDP’Ê BIN

Li vir Serokê PES’ê û Serokê Partiya Sosyalîst a Bûlgarîstanê (BSP) Sergey Stanîşev jî axivî, got girtina Demîrtaş û Yuksekdag nayê qebûlkirin û wiha dewam kir; “Divê em cîhana xwe radestî yên mîna Pûtîn, Erdogan û Trump nekin. Em beyan dikin ku her tim li gel partiya me ya xwişk û bira HDP’ê bin.”