ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Rojhilata Navîn bêyî Kurd çareserî nabe
Di konferansê de ku li Senatoya Fransa tê lidarxistin, peyam hat dayîn ku bêyî azadiya Kurdan li Rojhilata Navîn çareser bi pêş nakeve. Her wiha daxwaz hat kirin ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorî’ bê derxistin. -
Li Senatoya Fransayê Konferansa Kurd destpê kir
Li Senatoya Fransayê bi serenavê “Piştî 100 salan dûv Sykes-Pîcotê li Rojhilata Navîn projeya Kurd” konferansek hat lidarxistin. -
Heyetên Fransa û Elmanya wê HDP'ê ziyaret bikin
Heyetên ji Fransa û Elmanyayê, wê li Meclîsê bi parlamenterên HDP'yî re rûnên. -
'Pêwîstiya Kurdan ji her demê bêhtir bi yekîtiyê heye'
KODAR û GORAN piştgirî dan banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî. Ji KODAR'ê Ehmedî xwest, derhal yekîtî pêk were. Ji GORAN jî Faris got, "Divê hemû rêxistin û partiyên siyasî li hev bicivin û yekîtiya xwe ava bikin." -
Li Helebê şerekî dijwar diqewime
Li Helebê, şerê navbera hêzên rejîma Baasê û komên çete, tevî agirbestê jî dewam dike. -
ÎHD û TÎHV: Bila tecrîd û Rewşa Awarte bên rakirin
ÎHD û TÎHV'ê daxuyaniyeke hevpar weşandin û li ser binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê rejîma AKP/Qesrê ve hatin kirin, agahî dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, şer bê sekinandin û Rewşa Awarte bê rakirin. -
NAV-DEM û YJK-E derdikevin kolanan
NAV-DEM û YJK-E got, "Em bi pêşengiya HDK-E bi meş û mîtîngan derdikevin kolanan û dirûşmên azadiyê em ê bi dengekî bilind biqîrin." -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Viyanayê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li paytext Viyanayê ji aliyê hezar kesî ve hate pîrozkirin. -
Êrîşên AKP'ê yên li ser Rojava li Stockholmê hatin şermezarkirin
Dagirkeriya hikûmeta AKP'ê ya li Cerablûsê û êrîşên li dijî gelê Minbicê, li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin. -
Neteweyên Yekbûyî banga îdamê rexne kir
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad el Huseyîn bi wesîleya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê peyamek weşand û ji ber nîqaşên li ser îdamê tên kirin, AKP û Erdogan rexne kir. -
Li Berlînê wê sibe bi dirûşma 'Stopp Erdogan' çalakî bê lidarxistin
Li paytexta Elmanya Berlînê, çalakiyên tevger û saziyên Kurd, Tirkiyeyî û Elman ên li dijî faşîzma Erdogan dewam dikin. -
Çavûşoglû li Hambûrgê hate protestokirin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Çavûşoglû hate protestokirin. -
Demîrtaş ji du dozan îfade da
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, îro li Enqerê û Rihayê bi rêya sîstema SEGBÎS’ê îfade da. -
Pêşniyarên çareseriyê di konferansa PE’yê de tên gotûbêjkirin
13’emîn Konferansa Kurd a li Parlementoya Ewropayê dewam dike. -
YE wê Peymana Dublînê ji bo Yewnanîstanê jî pêk bîne
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), dixwaze Hevpeymana Dublînê ku ji sala 2011’an û vir ve ji bo Yewnanîstanê ne derbasdar e bixe meriyetê û penaberên ji vî welatî hatî dîsa lê vegerîne. -
Mîtînga KESK’ê ya Stenbolê hate qedexekirin
Mîtînga KESK’ê ya ku dixwestin 11’ê Kanûnê li Sûka Gel a Bakirkoyê li dar bixin ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hate qedexekirin. -
Aydar: Li derdorên AKP û MHP’ê nîqaşên bêbandorkirina Ocalan tê kirin
Endamê Konseya KCK’ê Zubeyîr Aydar, di 13’emîn Konferansa Kurd de têkîldarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Aydar got, “Li gor agahiyan, nîqaşên bêbandorkirina Ocalan tên kirin.” -
Onder: Berxwedan rûmet e, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder got, “Berxwedan rûmet e. Bila fezlekeyan vekin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo welatekî demokratîk û azad bidomînin.” -
Ceza dan hewldanên Balûken ên li Cizîrê
Ceza dan hewldanên Serok Wekîlê Koma HDP’ê Îdîrs Balûken ên li Cizîrê ku dewleta Tirk lê hovîtî kir. -
Swîsreyî ji bo ji diktatoriya Erdogan re bêjin raweste wê dakevin qadan
Gelek rêxistinên Swîsreyî ku SP û Keskan jî din av de, ji bo rejîma Qesrê protesto bikin wê li Cinêvê dakevin qadan. Rêxistin wê ji bo diktatoriya Erdogan re bêjin rawest e, daxwaz ji hêzên navneteweyî bikin ku li dijî Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê. -
Wêneyê qetlîama Tirkiyeyê li Parlamentoya Ewropayê ye
Şêwekarê Kurd Kaya Zana, di Konferansa Kurdan a Parlamentoya Ewropayê de wêneyê ku qetlîama dewleta Tirk nîşan dide pêşkêş kir. -
Careke din malpera Ozgur Radyoyê hat astengkirin
Navnîşana www.ozgurradyo1.com a ku Ozgur Radyoyê weşana xwe ya înternetê li ser kir hat astengkirin. Weşana Radyoyê li ser navnîşana www.ozgurradyo2.com dewam dike. -
Hevdîtina siyasetmedarên Ewropî ya bi Demîrtaş re hate astengkirin
Hevdîtina heyeta ji siyasetmendarên Ewropa pêk dihat ya bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê re hate astengkirin. -
Li dijî civîna bilind a OSCE ya li Hambûrgê civîn û meş
Têkildarî civîna bilind a OSCE ya li Hambûrgê, li NCDK'ê civînek hate lidarxistin. Di civînê de hat ragihandin, wê îro meşeke protestoyî bê lidarxistin. -
Li Mêrdîn û Dersîmê girtin û binçavkirin
Li Mêrdînê 7 kes hatin girtin û li Dersîmê jî gelek xwendekar hatin binçavkirin.