Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û hat destnîşankirin, ku xeleka herî girîng a pirsgirêkên demokrasî û mafên mirovan ên Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û heta ev pirsgirêk bi rêya aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin wê pirsgirêkên demokrasî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê çareser nebin.
MAFÊ JIYANÊ
Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê ya ÎHD'ê çend ji bûyerên di navbera 1'ê Çile-30'ê Mijdara 2016'an de qewimîn bi vî rengî ne:
Di hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an de 246 kes ji aliyê darbekaran ve hatin kuştin û 2.146 kes jî hatin birîndarkirin. Di destwerdana ji bo tepisandina hewldana darbeyê de hikûmetê ragihand ku 24 leşker hatine kuştin.
341 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve bi rengekî bêdaraz, 'li hişyariya bisekine guhdarî nekirine' û gulereşandinê de jiyana xwe ji dest dane, 396 kes birîndar bûne. Sivîlên li bajar û navçeyên derketina derve li wan hatin qedexekirin û li van deveran hatin kuştin, di nava vê hejmarê de ne.
Li herêmên sînor 76 kesan jiyana xwe ji dest dan, 160 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên xwekujî yên rêxistinên çekdar ên derveyî qanûnan û rêxistinên tund ên cîhadîst mîna DAIŞ'ê de 184 kes hatin kuştin, 633 kes birîndar bûn.
5 kes di binê çavan de hatin kuştin.
25 kes bi rengekî kiryar nediyar hatin kuştin.
Herî kêm 32 kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.
Di dema xizmeta leşkeriyê ya mecbûrî de herî kêm 20 kes bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Di encama teqîna mayîn û bombeyên bêxwedî de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 ji wan zarok in. 51 kes bi giranî birîndar bûn, 41 ji wan zarok in.
Di 9 mehên destpêkê yên sala 2016'an de di şer de 406 leşker, polîs û cerdevan, 605 milîtan, 29 sivîl bi giştî 1.040 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di vê demê de 10.64 polîs, leşker û cerdevan, 17 milîtanên çekdar û 75 sivîl birîndar bûn.
Di cînayet/qezayên kar de, heta 1'ê Kanûna 2015'an li gorî daneyên Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran, herî kêm 1.816 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên ÎHD'ê jî di 11 mehên destpêkê yên sala 2016'an de li 1.622 kesan di binê çavan de û li cihên derveyî binê çavan îşkence hatiye kirin.
PIRSGIRÊKA KURD
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku binpêkirina mafên mirovan a herî giran di dema qedexeya derketina derve de rû dan.
Li gorî daneyên domûntasyona TÎHV'ê di navbera 16'ê Tebaxa 2015-16'ê Tebaxa 2016'an de Li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Mûş, Êlih, Çewlik, Elezîz û Dersîmê, bi giştî li 9 bajar û 35 navçeyan li gorî tespîtên fermî herî kêm 111 caran derketina derve bi rengekî bêdem û bi rojê hat ragihandin. Di dema van qedexeyan de mafên bingehîn ên jiyanê û tenduristiyê yên 1 mîlyon 671 hezar kesî hatin binpêkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, herî kêm 321 sivîl di nava vê demê de jiyana xwe ji dest dan. Ji van 79 zarok, 71 jin û 30 kes jî mirovên bi emr ên di ser 60 salî re ne.
Ji van herî kêm 202 sivîl li hundirê malan û cihê girtî hatin kuştin. 147 ji van li navçeya Cizîrê jiyana xwe ji dest dan. Li ser sivîlên li 3 jêrzemînên li Cizîrê hatin şewitandin, hê lêpirsîneke xurt nehatiye destpêkirin.
Bi qasî 500 hezar kes bi zorê ji cih û warên xwe bûn.
Her wiha li van bajar û navçeyan, hevşaredar tên girtin û ji wezîfeyê tên kirin.
QIRKIRINA SIYASÎ
Li gorî daneyên ÎHD û TÎHV'ê, encamên qirkirina siyasî bi vî rengî ne:
"50 hevşaredar hatin girtin,
Hejmara cerdevanan di sala 2016'an de hate zêdekirin.
Di operasyonên li dijî HDP/DBP û KCD'ê de 15.000 kes hatin binçavkirin, 5.600 kes hatin girtn.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 10 parlamenter hatin girtn. 50 Hevşaredar ahtin girtin.
'BILA TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN, DERHAL MUZAKERE DEST PÊ BIKE'
ÎHD'ê û TÎHV'ê daxwaza sekinandina şer kirin û gotin, "Em piştgiriyê didin Mutabaqata Dolmabahçeyê ya di 28'ê Sibata 2015'an de hat îlankirin û dixwazin ev mutabaqat bi cih were anîn.
Em dixwazin hikûmet tecrîda li ser Abdullah Ocalan rake, pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd veke, ji bo muzakereyê bingeheke guncaw a îdarî, hiqûqî û siyasî ava bike û derhal dest bi muzakereyê bike."
BANGA LI HIKÛMETÊ
Di daxuyaniya li ser girtina saziyên çapemeniyê, binçavkirin û girtina rojnamevan, akademîsyen û rewşenbîran ên di dema Rewşa Awarte de agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de bang li hikûmetê hat kirin ku vîna gel a 7'ê Hezîranê nas bike û derhal rejîma Rewşa Awarte û Biryarnameyan biterikîne.
ÎHD û TÎHV'ê xwest, binpêkirinên mafên mirovan bên rawestandin, li dijî berpirsyaran lêpirsîneke xurt were vekirin.
Saziyan destnîşan kirin, ku têkoşîna wan a demokrasî û mafên mirovan wê bi rengekî bê navber dewam bike.