ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bîlançoya qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê
Êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê derketine asta herî bilind. Ji 12'ê Kanûnê û vir ve zêdeyî 400 kes hatine binçavkirin. Li gelek bajaran jî êrîş li avahiyên HDP'ê hatine kirin. -
4 rojnamevan derketin pêşberî dadgeriyê
4 rojnamevanên li dijî wan doz hatine vekirin, derketin pêşberî dadgeriyê. -
NAV-YEK: Cejna Êzî pîroz be!
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) Cejna Êzî pîroz kir û ev peyam da: "Em hêvîdarin ku civaka me roja cejnê wek rojeke berxwedanê bibîne û deverê cejn lê têne pîroz kirin, bi girseyi tevlîbûn çê bibe" -
Tehliyeya li Helebê wê dest pê bike
Piştî agirbesta li Helebê, ku duh bi şev ji nû ve ket meriyetê, wê tehliye dest pê bike. -
Gund û gundikekî din ên Reqayê hatin rizgarkirin
Di roja 6. a Pêngava Xezeba Firatê de şervanan gundek û gundikekî din ji çeteyan paqij kirin. Şer bi dijwarî dewam dike. -
MUB: Bûyerên dawî yên li Iraqê zerarê dide hindikayiyan
MUB: Bûyerên dawî yên li Iraqê diqewimin nîşan didin, ku siyaseteke etnîkî û mezhebî têmeşandin. Ev siyaseta şaş herî zêde zerarê dide gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî, Êzidî, Tirkmen û komên din ên hindikayiyan. -
Muslim tevlî panelek li Skoçyayê bû
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ku li ser vexwendina Parlamenta Skoçyayê ji bo pêkanîna hevdîtinan li Skoçyayê ye, bal kişand ser girîngiya şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê. -
Cenazeyê helbestvanê Kurd ê navdar Elîxanê Memê hat veşartin
Rewşenbîrê Kurd navdar Elîxanê Memê îro li gundê Şamîranê jiyana xwe ji dest da û li kêleka dê û bavê xwe hat veşartin. -
Parlamenterê HDP'ê Alican Onlu hat binçavkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, li balafirgeha Esenboga hat binçavkirin. -
Barbaros Leylanî ji ber gotinên xwe yên bi kîn hat mehkûmkirin
Serokê duyem ê berê yê Federasyona Komaleyên Karkerên Tirk a Swêdê Barbaros Leylanî ku li Swêdê der heqê Ermeniyan de axaftinên bi kîn gotibûn, ji sûcê kişkişkirinê hat mehkûmkirin. -
Komeleyên ku hatibûn girtin polîsan bi ser de girtin
Li Amedê polîsan avêtin ser avahiyên Komeleya KURDÎ-DER û Komeleya Çand û Huner a Dicle Firat ku di nav komeleyên bi BHQ’ê de hatin girtin. -
Li 5 bajaran binçavkirin û girtin
Li Semsûr, Colemêrg, Riha, Wan û Enqereyê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin. -
Faysal Sariyildiz li Fransayê wek ‘hemwelatiyê rûmetê’ hat qebûlkirin
Şaredariya Champîgny a girêdayî paytext Parîsê, Faysal Sariyildiz ê HDP’î wek ‘hemwelatiyê rûmetê’ qebûl kir. -
Li Atînayê Erdogan hate protestokirin, daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
Kurdistaniyên li Atînayê dijîn, faşîzma Erdogan protestokirin, daxwaza azadiya Ocalan kirin. Kurdistaniya daxwaz ji YE’yê kir ku li ser Tirkiyeyê ambargoyê pêk bîne. -
Ozsoy ê HDP’î li Senatoya Fransa behsa faşîzma AKP’ê kir
Cîgirê Hevserokê HDP’ê Ozsoy li Senatoya Fransayê têkîldarî faşîzma AKP’ê axivî. Ozsoy, li dijî dîktatortiya Erdogan bang li Ewropayê kir ku dengê xwe bilind bikin. -
Hevşaredarên Kercews hatin binçavkirin
Li gel Hevşaredarên Şaredariya DBP’ê ya Kercews Zeynep Odûncû û Abdulkerîm Kaya,12 kes jî hatin binçavkirin. -
Parêzer: Îşkenceyê li HDP’yiyan dikin; em ê serî li saziyên navneteweyî bidin
Parêzer amadekariyan dikin, ku îşkenceya di binê çavan de li rêveberên HDP'ê yên Stenbol û navçeyên wê hatiye kirin, bibin ber destê Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT). -
Demîrtaş: Berpirsyarê bombeyan AKP ye
Demîrtaş got, "Berpirsyarê siyasî yê bombeyên tên teqandin, AKP ye. Divê hesab bide gel." -
Bîlançoya binçavkirin û girtinê zêde dibe
Hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî de tên binçavkirin û girtin, roj bi roj zêde dibe. -
Dîmenên ku nîşan didin Mujgan Ekîn hatiye şopandin, hatin weşandin!
Dîmenên ku nîşan didin Mujgan Ekîn hatiye şopandin hatin weşandin. Ekîn ji 24’ê Cotmehê ve hatiye revandin. -
Wekîlên HDP'yî birin Girtîgeha Kandirayê
Parlamenterên HDP'ê Besîme Konca û Çaglar Demîrel ên duh hatin girtin, birin Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê. -
RTE û AKP li Helebê têk çûn; dora Babê ye
Tirkiye bi mebesta ku li Rojava kanton negihêjin hev di ber Babê de li Helebê komên xwe yên çete tenê hiştin û ev encam derket. -
'6 hezar sivîl û 366 çekdar ji rojhilatê Helebê derketin'
Navenda Koordînasyona Rûs a li Helebê Hîmeyîm ragihand, di nava 24 saetan de 6 hezar sivîl û 366 'mûxalîfên' çekdar ji bajêr hatine derxistin. -
Li Swêdê rewşenbîr û hunermendan ji bo HDP'ê bang kirin
Komek ji rewşenbîran, ku nivîskar û hunermendên navdar ên Swêdê jî di nav de hene, girtin û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê protesto kirin û xwestin HDP'yiyên rehîn hatine girtin werin berdan. -
Komalên Ciwan li dijî êrîşên faşîst banga xweparastinê li ciwanan kir
Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Li dijî êrîşên faşîstan, ku bi li Kurdistan û Ewropayê dest bi şova alê kirine, divê hemû ciwanên welatparêz li her cihî saziyên xwe biparêzin û destûrê nedin van xwepêşandanên faşîst."