BI DÎMEN

Dîmenên ku nîşan didin Mujgan Ekîn hatiye şopandin, hatin weşandin!

Dîmenên ku nîşan didin Mujgan Ekîn hatiye şopandin hatin weşandin. Ekîn ji 24’ê Cotmehê ve hatiye revandin.

Dîmenên têkildarî endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Mujgan Ekîn hatin weşandin, ku 24’ê Cotmehê ji hêla hin kesan ve ku xwe weke polîs dane nasandin, li Enqerê hate revandin. Kitekitên ku di kamerayên MOBESE û ewlekariyê de yên dema li Enqere,Batikentê, beriya revandinê, ku di malpera HaberVar de weşiyan balkêş in. Di dîmenan de dema ku Ekîn ji Batikent Gîmsayê derdikeve, gelek caran di kamerayên ewlekariyê de xuya dike. Di dîmenan de diyar dibe, kesekî ku bi telefonê diaxive, Ekîn dişopîne. Dema ku Ekîn radiweste, tê dîtin ku heman kes jî xwe diawiqîne û bi telefonê diaxive.

WESAYÎT DISEKINE Û DIŞOPÎNE

Dîsa di kameraya ewlekariyê ya li xaçerêya metroyê, 4 wesayitên ku rawestiyane balê dikişînin. Du wesayîtên ku taksîajo behsê dike jî di nav de 4 wesayît radiwestin û car caran cih diguherin. Piştî ku taksîya Ekîn lê siwar dibe, diçe, ev 4 wesayit jî taksiyê dişopînin. Di vê navberê de kesekî li ser rê jî, slav dide kesên di taksiyan de ku Ekîn dişopînin. Ev kes jî, dema ku Ekîn li metroyê ye, heman kes e ku Ekîn dişopîne. Di dîmenan de ku dozgeriyê daye malbata Ekîn, beşa saet û dîrokê ya li dîmenên li ber metroyê hatiye girtin.

PIRS..

Yek ji pirsa ku divê Serdozgeriya Komarê ya Enqere bibersivîne; Mujgan Ekîn bi çi sedemê weke ‘’endamê rêxistinê’ tê ragihandin?

Her wiha li gel ku wesayitên ku Ekîn dişoînin diyar in jî, çima agahiya têkildarî wan nayê dayin.

Ev 2 kesên ku Ekîn dişopînin kî ne?

Di nûçeyê de tê gotin, "Dema ku 4 wesayit taksîya ku Ekîn lê siwar bûyî dişopînin, kesê ku bi telefonê diaxive û slav dayî kesên di wesayitên reng reş ên Ford Focus û Ford Connect û piştre dimeşe û ji dîmenan derdikeve kî ye? Di dîmenên li xaçereya metroyê de ku dane malbatê, çima beşa ku dîrok û saet li ser e hatiye girtin?"