ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Wîesbaden û Marsîlyayê meşên 10'ê Kanûnê
Li bajarê Wîesbaden ê Elmanya û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. -
HDK Bern ava bû
Li bajarê Bern ê Swîsreyê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), 1. Kongreya xwe ya Asayî ya Bernê lidar xist. -
Li bajarê Doûarnenezê şahiya biratiyê ya penaberan
Li bajarê Doûarnenez ê li rojavayê Fransayê, ji bo bal bê kişandin ser rewşa penaberan şahiyek hate lidarxistin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Nurnberg û Heîlbronnê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Nurnberg û Heîlbronn ên Elmanyayê hate pîrozkirin. -
Li paytexta Elmanyayê wê îro û sibe panel bên lidarxistin
Çalakiyên sazî û tevgerên Kurd, Tirkiyeyî û Elman ên ji bo eşkerekirina faşîzma Erdogan, wê di hefteya pêş de jî li paytexta Elmanya Berlînê dewam bikin. -
Di teqînên Stenbolê de zêdeyî 30 kes mirin
Rayedarên dewleta Tirk dan xuyakirin, ku li Vodafone Area û Maçka di teqînan 29 kes mirin e, 169 kes jî birîndar bûne. Lê belê, li gorî agahiyên ji nexweşxaneyan hatin bidestxistin, hejmara miriyan 33 e. Hejmara birîndaran jî ne diyar e. -
Li 4 navendan çalakiyên 10’ê Kanûnê
Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li bajarên Mannheîm, Berlîn û Koln ên Elmanyayê û bajarê Înnsbûrg ê Awûstûryayê faşîzma AKP’ê hate protestokirin. -
Rêxistin û siyasetmedarên Swîsreyî: Li dijî ditatoriyê divê piştgiriya bi Kurdan re mezin bikîn
Siyasetmedar û rêxistinên Swîsreyî, li dijî diktatoriya Erdogan meşiyan, banga mezinkirina piştgiriya nevneteweyî ya bi Kurdan re kirin. -
Li Stenbolê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene
Li Maçka ya Stenbolê teqîneke pir dijewar rû da. Gelek mirî û birîndar hene. -
Kongreya damezirandina HDK-Fransa hate lidarxistin
Rêxistina HDK-Fransa, bi kongreya li salona konferansa Partiya Komînîst a Fransayê îlankirina xwe ragihand. Bi beşdariya sedan delege û mêhvanan meclîsek ji 81 kesan û hevberdevk hatin hilbijartin. -
Swîsreyî bi dirûşma “Qatil Erdogan” ve meşiyan
Swîsreyiyên ku li bajarê Cinêv ê Swîsreyê kom bûn, li dijî hikûmeta AKP’ê û Erdogan meşiyan. -
Koordînasyona Hevgirtina ji Cizîrê ta bi Sûrê Rapora Şirnexê eşkere kir
Koordînasyona Hevgiritna ji Cizîrê heta Sûrê rapora xwe ya têkildarî Şirnexê ku bi mehan şerekî giran lê bû eşkere kir. -
Xebatkarên TV 10 dîsa li Galatasarayê bûn
Xebatkarên TV 10 a ku hatiye girtin, dîsa bi dirûşmeya "Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin" li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. -
Kurdistan û Tirkiye ji bo mafê mirovan derketin derve
Li Kurdistanê û Tirkiyê ji bo 10’ê Kanûnê Heftiya Mafê Mirovan a Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, tecrîd û Rewşa Awarte were rakirin. -
HDP: Hikûmet bi ‘sifir toleransê’ nêzî mafên mirovan dibe!
HDP’ê têkîldarî Roja Mafên Mirovan daxuyanî da, got, “Tirkiye di binpêkirina mafên mirovan de hê jî yek ji serekeyên cîhanê ye” û banga têkoşîna hevpar li gelan kir. -
KNK’ê Roja Mafê Mirovan ya Cihanê Pîroz kir
KNK'ê, 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê pîroz kir û got, “Îro li Kurdistanê, mafên mirovan tên binpêkirin. Bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên ku ji bo demokrasiyê dixebitin , hatin binçavkirin û girtin.” -
KCD: Mafê mirovan herî pir AKP’ê binpê kir, bi hêza hevpar em dikarin faşîzma Erdogan têk bibin
KCD ji bo 10’ê Kanûnê, Heftiya Mafê Mirovan a Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî da û got herî pir di dema AKP’ê de mafê mirovan hatiye binpêkirin û banga têkoşîna hevpar kir. -
Starta 10’ê Kanûnê hate dayin
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şûbeya Stenbolê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Şûbeya Stenbolê, starta Hefttiya Mafê Mirovan a 10’ê Kanûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. -
Şandeya Fransiz û Elman çûn serdana HDP'ê
Senatorên Parlamentoya Fransayê û SPD çûne serdana Koma Meclîsê ya HDP’ê -
Tiftîkçî: Ku desthilatdarî hemû bikeve destê Erdogan lîderên cemeetê wê rewşa xwe nikaribin biparêzin
Nivîskar Osman Tiftîkçî diyar kir ku li Tirkiyeyê cemeet hema bibêje bûne saziyên AKP’ê û got, “Lê lîderên cemeetê dizanin ku Erdogan hemû desthilatdarî di destê xwe de civand wê nikaribin rewşa xwe ya berê biparêzin.” -
Li Senatoyê Konferansa Kurd: Rojava projeyek civakî ye
Di Konferansa Kurd de ku li Senatoya Fransa ya li Parîsê hat lidarxistin, modela Rojava wek modelek çareseriya krîza Rojhilata Navîn hat pêşkêşkirin. -
Nobed dewam dike: Bila çapemenî azad be, Rewşa Awarte bê rakirin
“Nobeda Azadiyê” ya ku ji bo rojnamevan û nivîskarên girtî yên Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çalakiyê de hat xwestin ku Rewşa Awarte bê rakirin. -
Yuksekdag malbata xwe dît: Bila gelên me bi moral bin
Yuksekdag bi rêka malbata xwe ku li girtîgehê hev dîtin, peyama “Bi moral im, divê moralê gelê me jî bilind be” şand. -
Muslîm, li dijî Sykes-Pîcotê pêşniyara modela Rojava kir
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm li konferansa Parîsê axivî, li dijî hevpeymana Sykes-Pîcotê, modela Rojava pêşniyar kir. Muslîm, hişyarî da ku Sykes-Pîcoteke nû di rojevê de ye. -
Li Marsîlyayê Namzetê NPA serdana NCKD’ê kir
Namzetê Serokkomariyê yê NPA Poutou, serdana NCKD’ê kir.