ROJANE
Hemû Nûçe
-
Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê: Em amade ne navbeynkariyê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter da xuyakirin, ku Swîsre di mijara parastina mafên mirovan û dewleta hiqûqê de ji Tirkiyeyê bi fikar e. -
Ji Uruguayê piştgirî ji bo HDP’ê û hişyarî li AKP’ê
Uruguayê êrîşên siyasî yên qirker ên AKP’ê şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo HDP’ê nîşan da. -
Nameyên Demîrtaş ji Konseya Ewropayê re nivîsand hatin desteserkirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê rehîn tê girtin, du name ji Konseya Ewropayê re nivîsand. Lê belê nameyên wî hatin desteserkirin. -
2 HDP'yî li Bûrsayê hatin binçavkirin
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Nîluferê Akbûlût li mala xwe, xebatkarê HDP'ê Akyuz jî li kargeha xwe hate binçavkirin. -
Li taxa Şêx Xidir a Helebê navenda MÎT û nîjadperestan
Li taxa Şêx Xidir a Helebê, navendeke MÎT'ê û nîjadperestên Tirk hat dîtin. -
Dayika Şemiyê Karakoç jiyana xwe ji dest da
Ji Dayikên Şemiyê Asiye Karakoç jiyana xwe ji dest da. -
Avesta: Divê rojeva me ya yekane azadiya Rêberê me be
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, "Divê jin û ciwanên me azadiya Rêberê me bikin rojeva xwe ya bingehîn. Azadiya Rêberê me azadiya hemû têkoşeran e." -
'Kengî Tirkiye bi Kurdan re li hev bike, wê hingî rizgar bibe'
Serokê Komîsyona Polîtîka Derve ya Swîsreyê û Serokê Giştî yê SP'ê Levrat got, "Ji bo siberoja siyasî û aborî ya Tirkiyeyê, dewleta Tirk neçar e bi Kurdan re li hev bike." -
Heyeta Partiyên Çep ên Skandinavya wê serdana hevserokên giştî yên HDP’ê bikin
Heyeta ji serokên partiyên çep ên Skandinavya (Partiya Sosiyalîstên Cep a Norwec SV, Partiya Cep a Swêd - Venstre, Partiya Tifaqa Çep a Fînlandiyayê û Partiya Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarka) ji bo piştgîriya bi HDP’ê re wê sibehê biçin Tirkiye. -
Nehiştin wekîlên ku çûne Edîrne Demîrtaş û Zeydan bibînin
Rê nehat dayîn ku heyeta HDP’ê, Demîrtaş û Zeydan bibînin. -
Encamnameya civîna HDK’ê eşkere bû
HDK’ê encamnameya civîna 4’ê Kanûnê ragihand. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku wê li dijî Rewşa Awarte kampanyek xurt bê birêxistinkirin û piştevaniya gelê Şirnexê bê xurtkirin. Her wiha ji bo meclîsên gel bang li tevahî HDK’iyan hat kirin. -
Hevşaredarê Qereyaziyê hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirinê de Hevşaredarê Qereyaziyê Mehmet Saît Karabakan hat binçavkirin, li avahiya şaredariyê lêgerîn didomin. -
Du jinên ji aliyê AA ve hedef hatin nîşandan, bi rojan e binçavkirî ne
Seda Baykan û Nûray Mengîllî ku ajansa AA têkildarî wan got, "Dema ji bo êrîşa bombeyî keşf dikirin hatin girtin", ev neh roj in binçavkirî ne. Baykan û Mengîllî di 28'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin. -
Onder: Dolarê li binê balîfan bi qasî serê derziyê jî tesîrê li aboriyê nake
Profeserê Aboriyê Onder li ser rewşa krîza aborî ya Tirkiyê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku jinirxketina pereyê Tirkiyeyê ne diyardeyeke demdemî û ji rêzê ye, ku di maweyeke kurt de heq jê were derketin. -
Ji bo Demîrtaş gilî li HSYK hate kirin
Parêzerên Demîrtaş giliyê Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Eker û Dadgerê 4. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Amedê Bîlgîn kirin. -
Eutelsat biryara dadgehê bi cih nîne!
Tevî ku Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê biryar da ku divê weşanên Med Nûçe û Newroz TV bên destpêkirin jî, şîrketa Eutelsatê vê biryarê bi cih nîne. -
Li Stûttgartê li dijî AKP/Qesrê protesto berdewam dikin
Li Stûttgartê HDK-A’yê rejîma AKP/Qesrê şermezar kir. Jin jî li dijî komkujiya jinan derketin qadan. -
'Em di 10'ê Kanûnê de li dijî faşîzma AKP'ê dakevin qadan'
KCDK-E, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bang li gelan kir, ku li dijî faşîzma AKP'ê dakevin qadan. -
Sancar: Tola 7’ê Hezîranê ji Demîrtaş distînin
Sancar ê ku Demîrtaş ziyaret kir got, desthilatdariya AKP/Qesrê hewl dide tola 7’ê Hezîranê ji Demîrtaş bistîne. -
Rêxistina Efûyê têkildarî Sûrê raporek weşand
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku di dema "qedexeya derketina derve" de li Sûrê nêzî 40 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. -
Heyeta navneteweyî serdana hevserokên giştî dike
Heyetên navneteweyî serdanên ji bo Yuksekdag û Demîrtaş ên li girtîgehê dîl tên girtin dewam dikin. -
Nêzîkatiya AKP/Qesrê ya li pêvajoya çareseriyê careke din eşkere bû
Li Rihayê, operasyonên qirkirina siyasî û binçavkirina hilbijartiyan ji ber lêpirsîneke sala 2014'an, nêzîkatiya rejîma AKP/Qesrê ya li pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, careke din raxist pêş çavan. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Goteborgê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Goteborg ê Swêdê hate pîrozkirin. -
Operesyonên qirkirina siyasî didome: 1 jê zarok 15 kes hatin girtin
Ji 39 kesên ku li Edneyê hatin binçavkirin û îro şandin edliyeyê ku rêveberên HDP’ê jî din de ye, 1 jê zarok 15 kes hatin girtin. 8 jê zarok 10 kes cezayê malê lê hatin birîn, 1 zarok jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. -
Wîkîleaks, emaîlên Albayrak ê zilamê qirêj ê Erdogan weşadin
Wîkîleaks a ku gelek nivîsînên navneteweyî derxistin holê, nivîsînên e-posta yên aîdî Wezîarê Enerjiyê û zavayê Serokkomarê Tirk Erdogan, Berat Albayrak weşandin.