ROJANE
Hemû Nûçe
-
NY: Bûyerên li Tirkiyeyê fikaran dide
Roportorê Taybet ê NY ê Êşkenceyê Melzer got, “bûyerên li Tirkiyeyê fikaran dide”, bang li hikûmeta Tirk kir ku demildest li dijî îdîayên êşkenceyê lêpirsînek bêalî û bêkêmahî bidin destpêkirin. -
Li Kanadayê konferansa li ser jina Kurd û pirsgirêka Kurd
Li Montreala Kanadayê konferanseke ku li ser pirsgirêka Kurd û têkoşîna jina Kurd hat gotûbêjkirin hat lidarxistin. -
Armanca sereke ya Erdogan ew e ku dixwaze bêhna DAIŞ’ê were ber wê
Hevserokê PYD’ê Salim Muslim yek ji navdartirîn rojnameya Elman, ji Sûddeutsche Zeîtungê re axivî, şerê Heleb û Rojava, geşedanên pêkan ê Sûriyeyê daxuyanî da. -
Bîlgen: Di Rewşa Awarte de referandûm nabe
Berdevkê HDP’ê Bîlgen li dijî pêvajoya rêveberiya destûrê ya di navbera AKP-MHP’ê de tê birêveberin bertek nîşan da û got, ‘’ji vê re ne destûr bingehîn, lê peymaneke veşartî dikare were gotin.’’ -
Ji HPG'ê daxuyaniya li ser şerê rojên dawî
HPG'ê da xuyakirin, ku li Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê şer qewimiye. -
Li 6 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li 6 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Ahmet Turk: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Ahmet Turk ji girtîgehê mesaj şand û got, "Bila hêviyên we neşikên. Têkoşîna demokrasiyê û siberoja azad bê berdêl nabe. Em ê têkoşîna xwe bidomînin." -
Kurdan û Yewnanan Cejna Vejînê pîroz kirin
Kurdên li paytext Atînayê dijîn, tevî Yewnanan salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. -
Demîrtaş: Ji xeynî HDP’ê ti hêz nikare pêşî li vê rewşê bigire
Demîrtaş bersiva pirsên Ozgurlukçu Demokrasiyê da û got, "Ji xeynî HDP’ê ti hêz û navendeke demokratîk nîne ku pêşî li vê rewş û rêveçûna Tirkiyeyê bigire. -
TKP/ML-TÎKKO: Divê em her derê veguherînin qada şer
TKP/ML-TÎKKO, li ser hevrêyên xwe yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek weşand û got, "Divê em her qada lê ne, veguherînin qada şer." -
BOG: Em ê ala Mîchael Israel li ba bikin
BOG’ê ragihand ku hevrêyê wan Mîchael Israel jiyana xwe ji dest daye û got, "Em sond dixwin ku ala ku wî hildaye em ê li jor bigirin û heta serfiraziyê hilgirin." -
'Ji bo xwe biparêzin Hevserok û wekîlên me dîl girtin'
Kurkçu got, "Piştî ku rêveberên AKP'ê û qeyûmên wan bûn hedef, ji bo xwe biparêzin Hevserok û wekîlên me dîl girtin û wan ji bo xwe weke qertekê bi kar tînin." Kurkçu diyar kir, HDP mîna kelemekî di pehniya Erdogan re rabûye. -
HDP’ê li dijî Rewşa Awarte start da kampanyaya seferbertiyê
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê starta kampanyaya “Ji Rewşa Awarte Re Na û Seferbertiya Rêxistinbûyinê” da. -
De Mîstûra: Bi deh hezaran mirovî xwe avêtin herêmên Kurdan
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî De Mîstûra bi bîr xist ku piştî hêzên rejîmê li rojhilatê Helebê bi pêş ve çûye, bi deh hezaran mirovan berê xwe dan herêmên Kurdan. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Saratovê hate pîrozkirin
Li navçeya Yarşov a bajarê Saratovê, 38. salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. -
Malbatên Pirsûsê, di roja 500. de li hev civiyan
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, bi boneya 500’emîn roja qetlîamê li hev civiyan. Malbatan ji bo kampanya “Guneş’e el ver” ya ji bo Gaziyê Pirsûsê Guneş Erzûrûmoglû hatiye destpêkirin jî banga destekê kirin. -
Pîrozbahiya li Yewnanîsanê. Destana PKK'ê mezin dibe
Li bajarokê Lavrîon ê Yewnanîstanê, salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. -
Kurdên li Frankfûrtê daketin kolanan: Qedexeya li ser PKK'ê rakin!
Kurdên li Frankfûrtê dijîn, ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê çalakiyek lidar xistin. -
Bayik: Divê mirovahî li ber êrîşên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê rabe
Bayik da xuyakirin, ku dewleta Tirk li Sûriyeyê ne tenê êrîşî Kurdan û QSD'ê dike, mîna DAIŞ'ê êrîşî hemû mirovahî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn dike û got, "Divê hêzên pêşverû û mirovahiya demokratîk li ber vê dagirkeriyê rabe. -
Nobeda Azadiyê ji aliyê dayikên Kurd ên TJK-E'yî ve tê girtin
Nobeda Azadiyê, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, di hefteya 232. de ji aliyê dayikên şehîdan û endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve tê girtin. -
MGK'ê plana nû ya dagirkeriyê nîqaş kir
MGK'ê di civîna dawî ya salê de, piştî dagirkirina hin herêmên Rojavayê Kurdistanê, dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Şengalê nirxand. -
Brandon ê YPG'yî: Min dostanî û hevrêtî di nava refên YPG'ê de dît
Brandon ê Kanadayî ku tevlî nava refên YPG'ê bû got, "Ez li gelekî li cîhanê geriyam, lê min dostanî û hevrêtiya rast di nava refên YPG'ê de dît. Min weke yekî ji xwe didîtin. Qedir û qîmetê mirovan gelek bû." -
Sariyildiz: AKP'ê û Erdogan bingeha jiyanê pûç kirin
Sariyildiz li bajarê Essen ê Elmanyayê, di paneleke Partiya Çep de axivî û got, "Erdogan û AKP'ê bingeha jiyanê pûç kirin." -
'Ji min re dibêjin; me te nekir bersûc, were bibe şahid'
Derket holê, navê rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy weke şahid li gilînameya li ser komkujiya Gara Enqereyê hatiye bicihkirin. -
Di dema teşxîskirina cenazeyê birayên xwe de hate girtin
Piştî bomberdûman li herêma Alî Bogaz a Dersimê, gerîlyê TP/ML TÎKKO’yê Hasan Alî Karakoç jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî şandinbû ATK’ya Meletiyê. Di dema teşxîskirina cenezeyê de birayê Karakoçan Kazim Karakoç hate girtin.