MGK'ê plana nû ya dagirkeriyê nîqaş kir
MGK'ê di civîna dawî ya salê de, piştî dagirkirina hin herêmên Rojavayê Kurdistanê, dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Şengalê nirxand.
MGK'ê di civîna dawî ya salê de, piştî dagirkirina hin herêmên Rojavayê Kurdistanê, dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Şengalê nirxand.
Desteya Ewlekariya Milî (MGK) a Tirkiyeyê, civîna xwe ya dawî ya vê salê, duh pêk anî. Di civînê de tevî dagirkeriya li Rojava û Sûriyeyê, ku di bin navê "Mertala Firatê" de dimeşîne, her wiha plana dagirkirina herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê jî hate nirxandin.
Civînê 6 saetan dewam kir. Du saet piştî bidawîbûna civînê, belavokek hate weşandin. Cara yekemîn plana dagirkeriyê bi awayekî vekirî di belavokê de cih girt.
Di belavoka MGK'ê de hat gotin, "Li Bakurê Sûriyeyê û li herêma Sîncarê ya Iraqê, wê bi hemû derfetan destûr ji rêxistinbûna PKK-PYD-YPG û rêxistinên din ên terorê re neyê dayîn. Hatiye destnîşankirin, ku Tirkiye di vê mijarê de amade ye bi hemû welatên herêmê û welatên bandorê li herêmê dikin re, hevkariyê bike."
Di belavoka MGK'ê de hat ragihandin, ku operasyonên leşkerî yên li dijî Başûrê Kurdistanê wê dewam bikin.
Her wiha hat gotin, wê operasyona dagirkeriyê ya li Rojava û Sûriyeyê jî bidome ku di bin navê "Mertala Firatê" de tê meşandin.
Di belavoka MGK'ê de bi awayekî vekirî hat destnîşankirin, ku wê destûr ji gihandina hev a kantonên Efrîn û Kobanê re neyê dayîn.
MGK'ê diyar kir, operasyonên leşkerî û siyasî yên li hundir jî wê dewam bikin.