ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr cardin hat binçavkirin
Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr, dîsa di serdegirtinên malan de hat binçavkirin. -
Li Amedê balafira F-16 ket
Li Amedê balafira şer a F-16 ket. Hat diyarkirin ku pîlot bi saxî jî filitiye. -
Tirkiye rê neda ku heyeta Fransî derbasî Helebê bibe
Rêveberên Tirk, heyeta ku ji parlementerên Fransî û ji serokên şaredariyan pêk dihat ku li ser rêbûn derbasî Helebê bibin, bi hincetên valal ve zivirandin. -
HDP: Em teslîmî operasyonan nabin
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê, operasyonên qirkirina siyasî ya di nava rojê de pêk hatin protesto kir û peyama “Em teslîm nabin” da. -
Li dijî HDP’ê kampanya lîncê tê meşandin
Bîlgen, operasyonên qirkirina siyasî ya ku piştî çalakiya bombeyî ya li Beşîktaşê bi ser partiya wan de hatiye nirxand û got; “Tê çi wateyê ku hêzên ewlehiyê li odeyek partiya me nivîsan dinivîse? Qesta we ya tolhildanê ev e?” -
ÎHD: Hejmara girtiyên li girtîgehan û zexta li wan zêde dibe
ÎHD'ê ragihand, binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan gelekî zêde bûye û li gorî daneyên ne zelal, hejmara girtiyan ji 170-180 hezarî piştî rewşa Awarte gihîştiye 195 hezarî. -
Yên ku rehberên wan qijik be... -Selahattîn Erdem
Faşîzma AKP û MHP’ê ji bo temenê xwe dirêj bike serî li her cure derew û fesadiyê dide û di asta herî bilind de şerê psîkolojîk bi kar tîne. Divê her kes li dijî van lîstikan bi hişyarî tevbigere. -
Avahiya HDP'ê dorpêçkirî ye
Polîsên Tirk ên ku avahiya rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ser û bin kirin, beriya dayîna daxuyaniya çapemeniyê dor li avahiyê girtin û nahêlin kes xwe bigihîne ber avahiyê. -
HDK-Hollanda kongreya xwe ya avakar pêk anî
HDK Hollanda li paytext Amsterdamê kongreya xwe ya avakar pêk anîn. Di axaftinan de hate diyarkirin, çewisandî bi yekbûnê û berxwedanê wê bikaribin AKP’ê hilweşînin. -
Polîsên Tirk avêtin ser malên Hevşaredarên Akdenîzê
Polîsên Tirk avêtin ser malên Hevşaredarên Akdenîzê Fazil Turk û Yuksel Mûtlû, ku biryara binçavkirina wan hatiye dayîn. -
Piştgiriya ji bo Asli Erdogan li qada navneteweyî zêde dibe
Çalakiyên ji bo nivîskar Asli Erdogan, ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatiye girtin, li Ewropayê belav dibin. Tê payîn, bi vê armancê gelek çalakî li Fransayê werin lidarxistin. -
Li Bîelefeld, Hambûrg û Lyonê meş
Li bajarên Bîelefeld û Hambûrgê yên Elmanyayê û li bajarê Lyon ê Fransayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Ocalan. -
Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek HDP û DBP'yî hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li 5 bajaran herî kêm 68 HDP'yî û DBP'yî hatin binçavkirin. -
Gerîlayên HPG û TÎKKO li Mannheîmê hatin bîranîn
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û ATÎK'ê, 10 gerîlayên HPG'ê û 8 gerîlayên TÎKKO yên di dema dawî de li cihên cuda jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bibîr anîn. -
Gerîlayê HPG'ê Ahmet Îgne li Hambûrgê hate bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Ahmet Îgne (Rênas), ku di 4'ê Mijdara 2016'an de li bejahiya Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li Hambûrgê hate bîranîn. Tevî pismam û dotmamên wî Sûna û Şiyar Îgne, bi sedan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. -
Ji Elewiyên hewl didin mala cem li Swêdê vekin, şeva bi coş
Elewiyên li Swêdê dijîn, ji bo yekemîn mala xwe ya cem li bajarê Ûppsala vekin, dest bi kampanya 'Tu jî tuxleyekî deyne' kir. Bi vê armancê li heman bajarî şeveke çandê ya piştgiriyê lidar xistin. -
Hejmara kesên li Stenbolê di çalakiyan de mirin bû 44
Hejmara kesên di çalakiyên pêr de li Stenbolê mirin, bû 44. -
Li Danîmarkayê salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin
Salvegera 38’emîn a damezirandina PKK’ê li Elbertslûnd Mûsîkteater a Danîmarkayê bi beşdariya hezaran kesî ve bi aktivîteyekê hate pîrozkirin. -
Dîmenên çalakiya Roja Mafê Mirovan a Cîhanê
Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
Karkerê ji aliyê qeyûm ve weke kole hat xebitandin, jiyana xwe ji dest da
Qeyûmên ku ji bo Şaredariya Îpekyolûyê ya Wanê hate wezîfedarkirin, ji bo karkeran ji kar derbixîne saetên kar zêde kir. Karkerê bi navê Îbrahîm Taytoglû yên ku 15 saetan dixebitî, şevê din ji wesayîta sergoyê ket û jiyana xwe ji dest da. -
Yuksekdag: Em ê tirsê pûç bikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag mesajek ji civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê re şand û destnîşan kir ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî Rewşa Awarte re tirsê pûç bikin. -
KNK'ê encamên civîna Konseya Rêveber eşkere kir
Konseya Rêveber a KNK'ê encamên civîna xwe ya asayî ku di 10'ê Kanûnê de bi beşdariya piraniya endaman pêk anî, bi daxuyaniyekê eşkere kir. -
Hejmara yên li Stenbolê mirin gihîşt 38'an
Hejmara kesên di êrîşa bombeyî ya duh êvarê de li Stenbolê mirin gihîşt 38'an. -
Faşîzma AKP'ê li Hannoverê hate şermezarkirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê meşek hate lidarxistin. -
Li Wîesbaden û Marsîlyayê meşên 10'ê Kanûnê
Li bajarê Wîesbaden ê Elmanya û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.