Li Danîmarkayê salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin
Salvegera 38’emîn a damezirandina PKK’ê li Elbertslûnd Mûsîkteater a Danîmarkayê bi beşdariya hezaran kesî ve bi aktivîteyekê hate pîrozkirin.
Salvegera 38’emîn a damezirandina PKK’ê li Elbertslûnd Mûsîkteater a Danîmarkayê bi beşdariya hezaran kesî ve bi aktivîteyekê hate pîrozkirin.
Şeva aktivîteyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di şahiya pîrozbahiyê de sînevîzyona ku ji dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat hate pêşkêşkirin. Girseyê di tevahiya nîşandana sînevîzyonê de dirûşma “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî beşdarî şeva şahiyê bû û axifî. Kartal gotinên Erdogan ên ‘Ev pirsgirêk ji bo me man û nemane’ bibîr xist û wiha got: “ Erdogan, ji bo domandina desthilatdariya xwe tekane asteng Têkoşîna Azadiya Kurd dibîne û ji bo vê di serî de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîna qasidên aştiyê Ehmet Turk û hemû nirxan weke lawirekî birîndar êrîşên hovan pêk tînin.”
Parlementera Enhedslîsten a Partiya Koalîsyona Sor Keskan a Danîmarkayê Eva Flyvholm jî axivfî û têkoşîna Kurdan a birûmet pîroz kir. Flyholm diyar kir ku bi serkeftinên tevgera Kurdan re hêviya aştiyê zêde bûn, lê mixabin Erdogan xwe li vê negirt û serî li her cure rêbazên qirêj da. Tevî hemû êrîş û zextên rejîma Erdogan bi milyonan Kurdan damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Alîkarê Serokê Şaredariya Bladsexe Serdar Benlî jî anî ziman ku azadî nêzîk e.
Her wiha Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê, Meclîsa Jinan a Sêvê ya Danîmarka, PYD, RJAK, YNK, Tevgera GORAN, Hîzba Demokrat a Kurdistan, Partiya Komînîst a Kurdistan û Platforma Kurdan a Anatoliya Navîn, PKAN beşdarî şeva pîrozbahiyê bûn û 38’emîn salvegera damezirandin PKK’ê û berxwedana wê ya mezin silav kirin.
Di şeva pîrozbahiyê de li gel Hozan Diyar, Bulent Tûran, Mûstefa Dadar û Diyar Kalan jî koma foklorê Koma Zerdeş û Koma Şanoyê ya Şehîd Yekta derketin ser dike.