Tehliyeya li Helebê wê dest pê bike
Piştî agirbesta li Helebê, ku duh bi şev ji nû ve ket meriyetê, wê tehliye dest pê bike.
Piştî agirbesta li Helebê, ku duh bi şev ji nû ve ket meriyetê, wê tehliye dest pê bike.
Rayedarekî Sûriyeyî agahî da Reutersê û diyar kir, ji bo organîzekirina derketina komên çekdar ên li rojhilatê bajêr, operasyon hatiye destpêkirin.
Xaça Sor a Navneteweyî jî da xuyakirin, komên çekdar ji xebatkarên wan û Xaça Sor a Sûriyeyê xwestine, ji bo derxistina birîndarên wan ji rojhilatê Helebê alîkariyê bidin wan. Li herêmê 100 xebatkarên dildar û 10 ambûlansên Xaça Sor hene.