Li Parîs, Hîldesheîm û Dortmûndê meşên 25'ê Mijdarê
Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên Hîldesheîm û Dortmûnd ên Elmanyayê, jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî çalakî lidar xistin.
Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên Hîldesheîm û Dortmûnd ên Elmanyayê, jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî çalakî lidar xistin.
Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên Hîldesheîm û Dortmûnd ên Elmanyayê, jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî çalakî lidar xistin.
PARÎS
Bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad, jinên Kurd û Fransayî li paytexta Fransa Parîsê dirûşma "Na ji şîdeta li dijî jinê re" meşiyan.
Di çalakiyê de dirûşmên bi zimanên Kurdî û Fransî hatin qîrîn, şîdeta li dijî jinê hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Jin ji meydana Bastîlle heta meydana Repûblîqûe meşiyan û çapemeniya Fransayê jî bi baldarî çalakî şopand. Endamên Jinên Ciwanên Azad Hêvî Varto û Zozan Varto li ser rewşa li Kurdistanê, têkoşîna jinê û nêrînên Ocalan ji nûçegihanan re axivîn.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê meşek hate lidarxistin û qedexeya li ser PKK'ê û faşîzma AKP/Qesrê hate şermezarkirin.
Girseya gel bi pêşengiya Komîsyona Jinê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gar a Trenê ya bajêr li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiya.
Di meşê de pankartên li ser 25'ê Mijdarê, posterên Ocalan û alên TEV-DEM, PYD, YPJ/YPG, YBŞ û KJK'ê hatin vekirin.
Di dema meşê de belavokên ji aliyê Buroya Jinên Kurd CENÎ ve hatin amadekirin, hatin belavkirin û dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo", "Kujerê jin û zarokan Erdogan" û "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.
DORTMÛND
Bi heman armancê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê çalakî hate lidarxistin û qedexeya li ser PKK'ê hate şermezarkirin.
Zêdeyî hezar kes ji ber Gar a Trenê ya Navendî dest bi meşê kirin û piştre mîtîngek lidar xistin.
Çalakgerên li qada mîtîngê axivîn bal kişandin ser hewldanên rejîma dîkta ya faşîst a AKP'ê, ku şîdeta li jinê û li zarokan rewa dike.
Di çalakiyê de bêdengiya dewletên Ewropayê ya li pêşberî vê rewşê hate şermezarkirin. Her wiha ji dewletên Ewropayê xwest, navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxîne.
Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" qediya.