27'ê Mijdarê li Moskowayê hate pîrozkirin
38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Moskowayê hate pîrozkirin.
38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Moskowayê hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê dijîn, bi wesîleya 38. salvegera damezrandina PKK'ê li hev civiyan. Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê û Komîteya Çandê ya Kurd ve hat organîzekirin. Tevî Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava yê li Moskowayê Rodî Osman û Nûnerê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YKN) yê li Moskowayê Şehevan Herkî, gelek Kurdistanî tevlî bûn. Çalakî li salona konserê ya Mala Gel a Lûnaçerskî pêk hat û ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Li ser girîngî û wateya rojê siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axivî. Cotkar salvegera damezrandina PKK'ê li her kesî pîroz kir û got, "PKK a ku bi pêşengiya Rêber Apo ava bû, ji gelê Kurd re bû hêviya azadiyê û di vê oxirê de destanên mezin nivîsand. AKP û hevkarên wê, ji bo destketiyên gelê Kurd ji holê rakin, siyaseteke qirêj dimeşînin. Lazim e gelê me bi rengekî tund li ber van dek û dolaban rabe. Rewşa heyî ya siyasî nîşan dide, ku zivistan wê bi têkoşîneke xurt derbas bibe. Girîng e gelê me yê li derveyî welat dijî, xwe li gorî vê yekê amade bike."
Piştî Cotkar, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Rodî Osman, Nûnerê YNK'ê yê Moskowayê Şehevan Herkî, Hevseroka Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Liyana Simoyan, endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Nîgar Patiyeva, Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê tara Qadir û nûnerên Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê derketin ser dikê û 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Li dû axaftinan, hunermend Arman, Barî, Dato, Mulaz Îsko û hunermendên herêmî hunera xwe pêşkêş kirin.