NÛ BÛ

Saziyên Êzidiyan 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan û Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û bang li dewletên Ewropayê kirin, ku navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê derxîne.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) bi wesîlea 38. salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuayniyê de hat gotin, "Di serî de em bi navê NAV-YEK'ê cejna vejînê li şehîdên tekoşîna demokrasî û azadiyê, li Rêberê Gelê Kurd, li hemû hevalê li her qada jiyanê ji bo rûmeta gelê me li ber xwe didin, li gelê Kurdistanê û civaka Êzidî pîroz dikin."

NAV-YEK'ê ragihand, ku bi damezrandina PKK'ê re dîroka gelê Kurd ji nû ve hatiye nivîsandin û gelê Kurd bûye xwedî îrade, xwedî nasnameyeke bi rûmet, ku tevî hemû hewldanên tinekirinê jî, îro nêzî azadiyê bûye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi van bîr û baweriyên xurt, em wek rêxistin û civaka kurdên Êzîdî, çawa heya roja îro, me hewl daye di asta herî bilind de li tekoşîna xwe xwedî derkevin, ji niha pê ve jî, di vê pêvajoya girîng de ji bo azadiya Rêber APO, ji bo jiyaneke bi rûmet  û azad em ê tekoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin."

'BILA QEDEXEYA LI SER PKKÊ RABE'

Li ser navê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat jî serokê wê Fîkret Îgrek bi wesîleya 38. salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de salvgera 38. a damezrandina Partiya Karkarên Kurdistanê (PKK) li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel hate pîroz kirin û hate gotin ku ji bo ku PKK ji jîsteya ‘terorê’’ were derxistin ew ê weke civaka Êzîdî têbikoşin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di dîroka Kurdistanê de Civaka Êzîdî gelek berdêl û şehîd dane lê her dem li xaka xwe xwedî derketine û ew werke civaka Êzîdî, ‘hebûn, rastî, parastina xwe di nav felseya Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê de dibînin’’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew weke Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat ew ê vê felsefeyê bi hemû derfet û îmakan biparêzin û ji bo ku qedexeya li ser PKK’ê rabe ew ê di nav hewldanan de bin û hemû têkiliyên xwe yên di qada navnetewî de bi kar bînin.

Herî dawî wiha hate gotin:

"Felsefe PKK’ê felsefeya  Reber APO hebûna mirovahiyê ye, hebûna PKK’ê aştiya  Rojhilata Navîn e. Bi vê wesîleyê em salwegere 38. ya PKK’ê li Serokê xwe Reber APO  li gelê xwe pîroz dikin. Bangewaziye xwe li welatên bi navê demokrat dikin ku qedexeya li ser PKK’ê rakin, pergale demokrasiya  Rojhilata Navîn PKK ye."