ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di bin zexta şer û xizaniyê de amadekariya 1'ê Gulanê
Îsal ku krîza aboriyê giran bû, karkerên înşaetê xwe ji bo 1'ê Gulanê amade dikin. Karker wê li dijî şer û krîzê daxwazên xwe yên aborî û siyasî li qadan bînin ziman. -
ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çalakvanên Nobeta Edaletê çûn cihê sersaxiyê ya Sevînç
Ji dayikên Nobeta Edaletê Fînce Akman li cihê sersaxiyê ya ji bo Mehmet Sevînç hatibû danîn axivî û got: “Ji zilm û zordariya dewletê re êdî bes e. Kurd şiyar bûne, hûn çi dikin bikin, fîşekê li eniya me jî bidin, em li vir in û em ê li vir bin." -
Sancar: Em ê alternatîfên rast pêşkêşî gelan bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku niha dem dema rêya 3’yemîn e û got: “Em wek HDP’ê dixwazin tifaqa gelan a demokrasiyê pêk bînin û ji bo gelan bibin alternatîf.“ -
Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn
104 kesên ku Cotmeha 2015'an li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Di bîranînê de ji bo rûniştina 12'ê Gulanê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Li Iraqê êrişên DAÎŞ'ê zêde bûn
Li herêma Diyaleyê ya Iraqê, çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser polîsên Iraqê. Di encamê de polîsekî jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn. -
Waliyê berê yê Nînovayê ji ber hevkariya bi dewleta Tirk re hate cezakirin
Dadgeha Sûc a Parêzgeha Nînova ji ber xerckirina bûdceya ne hiqûqî ji bo komeke çekdarî ya ser bi dewleta Tirk ve 7 sal ceza li waliyê berê yê Nînova Esîl Necefî birî. -
Gergerlîoglû: Exlaq bi van re nemaye
Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû li ser zilma ku li cenazeyê girtiyê siyasî Mehmet Sevînç hate kirin, anî ziman ku êdî wateya gotinê nemaye û got, "Navê xwe Wezareta Edaletê ye, lê bûye wezareta herî zalim." -
Li Iraqê bahoza tozê: Bi dehan kes nexweş ketin
Beşeke mezin a Iraqê ketiye bin bandora bahoza tozê. Bêhn bi dehan kesî çikiya, lewma rakirin nexweşxaneyê. -
ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
'Sedema hemû zeman AKP ye'
Platforma Zeman Paşve Vekişîne, li metrobûsa Mecîdyekoyê çalakî pêk anî. -
Parêzerên Doza Kobanê bêhiqûqiyên di dozê de tên kirin vegotin
Parêzerên Doza Kobanê bi boneya vegotina bêhiqûqiyên di dozê de tên kirin, daxuyanî dan û bal kişand ser rola desthilatdariya AKP-MHP'ê ya di dozê de û gotin: "Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku beşdarî rûniştinê bibin." -
Rewşa girtiyên Dîrekçî, Ozbek û Başaran girantir dibe
Saziyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiyan li dar dixin. Di çalakiya vê heftiyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş Semîre Dîrekçî, Ozge Ozbek û Nurettîn Başaran. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yedîgol pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol pirsîn. Yedîgol piştî ku hatibû destgîrkirin, êşkence lê hatibû kirin û piştre jî hatibû windakirin. -
Wê rêya 3’emîn edaletê bi xwe re bîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku wê rêya 3’emîn edaletê bîne Tirkiyeyê û got “Dema dema berxwedan û avakirinê ye.” -
ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
ÎHD bû mêvanê Sofreya Edaletê
Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 396'an de didome. Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê îro bû mêvanê Sofreya Edaletê ya ji aliyê malbata Şenyaşar ve li ber avahiya edliyeyê vekiribû. -
Di Nobeta Edaletê de qetilkirina Sevînc hat şermezarkirin
Di axaftinên ku di Nobeta Edaletê de hatin kirin de bal hat kişandin li ser qetilkirina girtiyê bi navê Mehmet Sevînç û hat gotin, “Helwesta li hemberî girtiyên nexweş siyasî ye.” -
Li Sînopê jinek hat qetilkirin
Li Sînopê zilamê bi navê Bîrola Çaylak hevsera xwe ya berê Zeynep G qetilkir. -
Milîsên HBDH’ê wesayîtên kar ên şaredariya AKP’yî şewitandin
Milîsên HBDH’ê li Stenbolê wesayîtên kar ên şaredariya AKP’yî dan ber agir. -
Cenazeyê girtiyê siyasî Sevînç ê hat qetilkirin spartin axê
Cenazeyên girtiyê siyasî Mehmet Sevînç ê di girtîgehê de hat qetilkirin, tevî hemû astengiyên polîsan hat veşartin. -
Cenazeyê Sevînç ê hate qetilkirin, nehate şuştin, wesayit ji bo cenaze nehate dayin!
Cenazeyê Mehmet Sevînç ê li girtîgehê hate qetilkirin, ji aliyê mele ve nehate şuştin. Ji bo cenazeyê Sevînç her wiha wesayit nehate dayin. -
‘Em di 1’ê Gulanê li hev kom bibin, vê pergalê biguherînin’
DÎSK, KESK, TMMOB, TDB û TTB’ê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê bangî heman kesan kirin û gotin “Em ê vê pergalê biguherînin.” -
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan. -
Milîsên HBDH'ê li Esenyûrtê çalakî kirin
Milîsên HBDH'ê li Esenyûrtê bi wesîleya 4'ê Nîsanê çalakî kirin.