‘Em di 1’ê Gulanê li hev kom bibin, vê pergalê biguherînin’
DÎSK, KESK, TMMOB, TDB û TTB’ê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê bangî heman kesan kirin û gotin “Em ê vê pergalê biguherînin.”
DÎSK, KESK, TMMOB, TDB û TTB’ê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê bangî heman kesan kirin û gotin “Em ê vê pergalê biguherînin.”
DÎSK, KESK, TMMOB, TDB û TTB’ê li Navenda Giştî ya DÎSK’ê derbarê bernameya 1’ê Gulanê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokên giştî û endamên desteyên rêveberiyê yên sazî û dezgehan tevlî civînê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar ji aliyê Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ve hate xwendin.
Çerkezoglû diyar kir ligel krîza ekonomîk, bêkarî, zam, pandemî û deynan jiyana li welat zehmet bûye û got “Ev pergal nikare karê civakê biparêze û bi ser de li ser civakê dibe gef. Ev pergal dewlemendan zêdetir dewlemend dike û bi îhaleyan şîrketan xurt dike. Gel li hemberî bêkarî, birçîbûn û şewbê têdikoşe lê desthilatdariya AKP’ê 20 sal in welat pêşkêşî komeke biçûk kiriye. Gel bi qasî ku hewceyî nan û kar e, ewqasî jî birçiyê demokrasî, edalet û hiqûqê ye. Ev pergal maf û hiqûqa hemwelatiyan bin pê dike, bêedaletî zêdetir dibe. Çi kesên ku li heqê xwe digerin rastî zilm û zoriya derveyî hiqûqê ya vê pergalê tê.
Ev pergal li ser gel hejariyê ferz dike û li ser pişta welat jî barekî mezin e. Kesên ku 20 sal in welat bi rê ve dibin, nabe ku ji berpirsyariyê birevin. Roj roja guherandina vê pergalê ye.
Ji sala 2013’an de ve li Stenbolê pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Qada Taksîmê hatiye qedexekirin. Em vê qedexeyê qebûl nakin. Ji bo rakirina vê qedexeyê em biryardariya xwe ya têkoşînê careke din diyar dikin.
Em saziyên li vir em ê roj bi roj hemû kargehan rêxistin bikin. Li her derê em ê li qadên 1’ê Gulanê mil bidin hev. Em bang li hemû kesên ku aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin jî dikin ku bila li qadên 1’ê Gulanê kom bibin.”