'Sedema hemû zeman AKP ye'
Platforma Zeman Paşve Vekişîne, li metrobûsa Mecîdyekoyê çalakî pêk anî.
Platforma Zeman Paşve Vekişîne, li metrobûsa Mecîdyekoyê çalakî pêk anî.
Platforma Zeman Paşve Vekişîne, li metrobûsa Mecîdyekoyê çalakî pêk anî. Çalakvanên ku dirûşmeyên “Ev ne mijara bazariyê ye, rêwîtî maf e, zeman betal bikin” û bihakirina sedî 40 ya pereyê rê ya Şaredariya Stenbolê şermezarkirin. Çalakiya ku parlamenterên HDP’ê Musa Pîroglu û Zuleyha Gulum jî tevlî bûn de, dowîzên “Rêwîtî maf e, zemkirinê betal bikin” hatin berzkirin. Çalakvanan polîtîkaya hikûmeta AKP’ê jî şermezarkirin û daxuyanî ji hêla Zeynep Çelîk ve hat xwendin.
Çelîk da zanîn ku bihakirina rêwîtiya civakî ya Stenbolê re, buhayê bilêtên elektronîk bûye 7.67 TL, bilêta tam a abonetiyê bûye 602 TL, buhayê rêwîtiya xwendekaran jî bûye 109 TL. Çelîk aşkera kir ku buhayê mînîbûs, pîqab û texsiyan jî derketiye du qatî û ev tişt got: “Di welatekî ku miaşê asgarî 4 hezar 250 TL be û bi buhabûnên demê dawî re dê gelê Stenbolê çawa debara xwe bike. Li Tirkiyeyê her tişt buha bûye. Di nava du mehan de gel xizaniyeke mezin dikişîne. Bi buhakirina gaza xwezayî, av, ceryan û sotemeniyê re, gelê Tirkiyeyê belengaziyeke mezin dikişîne. Di dîroka Tirkiyeyê de tiştek wiha nehatiye dîtin, gel pir zehmetiyan dikişîne.”
Çelîk diyar kir ku bi taybetî rêwîtiya civakê nakeve rewşekî taybet û ev axaftin kir: “Divê berjewendiyên gel li ber çavan bên girtin. Divê di buhayê OTV’ê yê di rêwîtiyê de bê rakirin. Divê otobusên taybet de ewlî şaredariyan bên kirin. Divê saetên dema ku gel diçe kar û tên, bê pere be. Divê zemên ku tên kirin, ji bacê bê par bên hiştin.” Çelîk destnîşan kir ku sedema van hemû zeman AKP ye û aşkera kir ku divê şaredariyên CHP’ê jî fatûreyên qeyranê li gel nebire.”
Çelîk di dewama axaftina xwe de got ku: “Mafê perwerdeyê, tenduristî û xwe cihkirinê, mafên jianî ne” û ev axaftin kir: “Ev ne mijareke bazarê ye. Divê desthilatdariya AKP’ê demildest, van zeman paşve bikişîne. Divê baca OTV û KDV’ê ya li ser sotemeniyê bên rakirin. Pireyên ku tên çêkirin, bi destê AKP’ê pêşkêşî şirketên mezin tên kirin. Bi buhayekî gelek mezin gel ji van pireyan re derbas dibin. Divê fatûreya qeyranê bes li gel bê barkirin.”