Li Iraqê êrişên DAÎŞ'ê zêde bûn
Li herêma Diyaleyê ya Iraqê, çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser polîsên Iraqê. Di encamê de polîsekî jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.
Li herêma Diyaleyê ya Iraqê, çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser polîsên Iraqê. Di encamê de polîsekî jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, li navçeya Şareaban a Diyaleyê çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser polîsên Iraqê.
Di êrişê de polîsek hate kuştin, du jî birîndar bûn.
Çeteyên DAÎŞ'ê rojên dawî êriş zêde kirin. Çeteyan 9'ê Nîsanê li bajarê Hît ê wîlayeta Enbarê êriş birin ser artêşa Iraqê û di encamê de leşkerek mir, leşkerek jî birîndar bû.
Heman rojê li Karac a ser bi Mexmûrê jî 2 şivan ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.
9'ê Nîsanê bi şev li gundê Dikişmanê yê Kerkûkê çeteyên DAÎŞ'ê êriş kirin. Di encamê de gundiyekî jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.
7'ê Nîsanê li gundê Zerge yê Xurmatûyê jî çar şivan hatin revandin. Aqûbeta şivanan nayê zanîn.