Di bin zexta şer û xizaniyê de amadekariya 1'ê Gulanê

Îsal ku krîza aboriyê giran bû, karkerên înşaetê xwe ji bo 1'ê Gulanê amade dikin. Karker wê li dijî şer û krîzê daxwazên xwe yên aborî û siyasî li qadan bînin ziman.

DÎSK, KESK, TMMOB, TDB û TTB'ê mehek beriya 1'ê Gulanê cejna karker û kedkaran bernameya xwe eşkere kirin û ji bo 1'ê Gulanê bang kirin.

Li gel konfederasyonan her wiha gelek sendîka û rêxistiniyên demokmratîk jî ji bo 1'ê Gulanê bang dikin ku dakevin qadan. Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaet û Avahiyan a Şoreşger a ser bi DÎSK'ê (Dev-Yapi-Îş) Ozgur Karabûlût ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku hem bi danheviya têkoşînê, hem jî di bin zexta şer, krîz û xizaniyê de ew xwe ji bo 1'ê Gulanê amade dikin. Ozgur Karabûlût got, "Kedkar bi xizanî, fikara li ser jiyanê û valahiya li mutbexê xwe ji bo 1'ê Gulanê amade dikin. Îsal karê me hinekî din zelal bû û zû destpê kir. Li çar aliyên cîhanê amadekariyên 1'ê Gulanê dewam dikin. Wê 1'ê Gulanê bi berfirehî û girseyî bê pîrozkirin. Ne tenê daxwazên aborî yên kedkaran, her wiha wê daxwazên siyasî û civakî jî li pêş bin."

Serokê Giştî Dev-Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût bang li her kesî kir ku li dijî xizanî, şer, tekperestî û bêkariyê divê her kes dakevin qadên 1'ê Gulanê û got, "Em dixwazin pîrozbahiyên 1'ê Gulanê lidar bixin ku bi sed hezaran kes lê bicivin, nerazîbûna xwe û hêza xwe nîşanî desthilatdariyê bidin. Em ê vê yekê jî pêk bînin. Li her derê nerazîbûn heye. Ev nerazîbûn ne tenê ya karkeran e, hawirdorparêz, xwendekar, jin, şêniyên taxan, yanî her kes nerazî ne. Lewma 1'ê Gulanê ya îsal wê bibe 1'ê Gulanê ku her kes nerazîbûna xwe nîşan bide, gotina xwe li hemberî polîtîkayên desthilatdariyê siyasî bînin ziman. Hêzên demokrasiyê amadekariyê ji vê yekê re dikin."