Waliyê berê yê Nînovayê ji ber hevkariya bi dewleta Tirk re hate cezakirin
Dadgeha Sûc a Parêzgeha Nînova ji ber xerckirina bûdceya ne hiqûqî ji bo komeke çekdarî ya ser bi dewleta Tirk ve 7 sal ceza li waliyê berê yê Nînova Esîl Necefî birî.
Dadgeha Sûc a Parêzgeha Nînova ji ber xerckirina bûdceya ne hiqûqî ji bo komeke çekdarî ya ser bi dewleta Tirk ve 7 sal ceza li waliyê berê yê Nînova Esîl Necefî birî.
Dadgeha Sûc a Parêzgeha Nînova duh 7 sal ceza da waliyê berê yê Nînova ku ne hiqûqî budce li komeke çekdar ku bi xwe rêveberiya wê dikir ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker mezaxtiye.
Dadgeha Sûc diyar kir ku 7 milyar dînarê Iraqî ya Wezareta Koç û Koçberan a bûdceya dewletê ye bi awayekî ne hiqûqî ji bo leşkerên Zîlkan, Dubiran, Mexmûr û Rebîe hatiye mezaxtin.
Bê ku Waliyê berê yê Nînovayê Esîl Abdulezîz Necefî li dadgehê amade bibe, 7 sal ceza lê hate birîn.
Her wiha Necefî bi sûcên ku Nînova radestî çeteyên DAÎŞ’ kiriye û dîsa alîkariya wan rêxistinê terorîstî kiriye. Her wiha karasanî ji bo çeteyên DAÎŞ’ê ku sala 2014’an Nînova dagirkirine, kiriye. Dema ku parêzgeha Nînova hate dagirkirin Necefî yekem berpirsê bajar û heman demê rêveberke leşkerî jî bû.
Piştî ku Necefî parêzgeha Nînova radestî DAÎŞ’ê kir, komeke çekdar li navçeyên Zîlkan, Dubira, Mexmûr û Rebîe, ji bûdceya dewletê ji bo van hêzan pere hate mezêxtin.