Li Iraqê bahoza tozê: Bi dehan kes nexweş ketin

Beşeke mezin a Iraqê ketiye bin bandora bahoza tozê. Bêhn bi dehan kesî çikiya, lewma rakirin nexweşxaneyê.

Ji roja Pêncşemê ve li Başûrê Kurdistanê bahozeke tozê heye. Ji ber vê gelek seferên balafiran ên Hewlêrê hatin betalkirin. Piştre bahozê berê xwe da başûr, roja Şemiyê jî giha Bexda û piştre xwe li Nasiriyê û gelek bajarên din xiste bin bandora xwe.

Li gelek deveran ji ber tozê miroz nikarin ber xwe bibînin. Kolan û wesayît di bin tozê de mane.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf El Bedr ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li gelemperiya Iraqê bi dehan kes ji ber nefestengiyê rakirine nexweşxaneyê.

Ji ber beşek mezin a Iraqê çolistan e, di werzê biharê de bahozên tozê radibe.

Ji rayedarên meterolojiyê ya Iraqê Amîr El Cabrî diyar kir, ku ji ber zuhabûn, bê daristanî û nebarîna baranê, dibe bahozên tozê siberojê zêdetir bibin.

Her ku diçe zûhabun li Iraqê zêde dibe û asta germaniyê jî bi ser 50 pileyî dikeve.