ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Keça Mihemed Hebeş, Kîbar sala 1997'an di kemînê de şehîd bû. Bi Mihemed gelekî zor e ku keça wî, evîndara Kurd û Kurdistanê bi destê PDK'ê hatiye şehîdxistin.

- Mihemed Emîn ê HPC'î, tevî ku astengiyên xwe yên fîzîkî hene jî 6 sal in xaka xwe diparêze. Mihemed Emîn got, "Parastin bingeha jiyanê ye. Erka her kesî ye."

- Îsal ku krîza aboriyê giran bû, karkerên înşaetê xwe ji bo 1'ê Gulanê amade dikin. Karker wê li dijî şer û krîzê daxwazên xwe yên aborî û siyasî li qadan bînin ziman.

- Li Colemêrg, Wan, Bedlîs û Agiriyê li bendên kontrolê yên leşker û polîsan kontrola rê û lêgerîn zêde bûye.