Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yedîgol pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol pirsîn. Yedîgol piştî ku hatibû destgîrkirin, êşkence lê hatibû kirin û piştre jî hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol pirsîn. Yedîgol piştî ku hatibû destgîrkirin, êşkence lê hatibû kirin û piştre jî hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê, di hefteya 889'an de ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên piştî hatine destgîrkirin, hatine windakirin bipirsin çalakiya xwe ya "Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin" bi awayekî online li dar xistin. Dayiken Şemiyê, di çalakiya xwe de aqûbeta Nûrettîn Yedîgol pirsîn ê ku beriya 41 salan di 10'ê nîsana 1981'an de li Stenbolê piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.
Di çalakiyê de destpêkê birayê Yedîgol Mûzaffer Yedîgol axivî û ev tişt got: "Piştî ku kekê min hat destgîrkirin me careke din ew nedît. Dibêjîm êdî bes e, hestî û gora kekê min bidin me. Dayik û bavê min çavvekirî çûn. Bêyî ku hestiyên kekê min bibînin jiyana xwe ji dest dan. Em jî hatin 50'yî. Em jî li ber mirinê ne lê me hê hestiyên kekê min nedîtiye. Em hestî û gora kekê min dixwazin. Em ji niha şûn ve qet dev jê bernedin. Heta ku em hestî û gora xwe bibînin em ê dev jê bernedin."
Piştî Yedigol Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî axivî û wiha got: "Gelek îşkence li Yedîgol hat kirin. Vê derbarê de gelek şahid hene. Rexmî vê jî ji 10'ê Nîsana 1981'an ve agahî nayê girtin. Me di hiqûqa navxweyî de tiştek bi dest nexist. Mixabin me encamek negirt. Mina mirovên me yên din doza Nûrettîn Yedîgol jî di bin navê demboriyê de hat girtin."
Piştî axaftina Keskîn daxuyaniya heftê ji aliyê Mirovê Şemiyê Umît Efe ve hat xwendin. Efe, di daxuyaniyê de çîroka windakirina Yedîgol vegot û qala têkoşîna malbata Yedîgol a ji bo hînkirina aqûbeta Yedîgol kir.
Efe, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 190 hefte ne Qada Galatasaray li wan girtî ye û got ku wê dev ji Galatasaray bernedin.