Gergerlîoglû: Exlaq bi van re nemaye

Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû li ser zilma ku li cenazeyê girtiyê siyasî Mehmet Sevînç hate kirin, anî ziman ku êdî wateya gotinê nemaye û got, "Navê xwe Wezareta Edaletê ye, lê bûye wezareta herî zalim."

Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Vedat Erkmen, Sînan Kaya, Şervan Can Guder, Mehmet Sevînç... Girtîgehên Tirkiyeyê ku binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de ye, veguherîne cihê mirinê.

Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ji ANF'ê re axivî û rewşa heyî bi gotina 'êdî gotin bê wate ye" pênase kir.

Gergerlîoglû ku di nava 600 wekîlên li Meclîsê de ew wekîl e ku di mijara binpêkirina mafên mirovan de herî zêde pêşnûme pirs pêşkêş kiriye, anî ziman ku niha li girtîgehan serdema herî nebaş a dîroka Tirkiyeyê heye. Gergerlîoglû destnîşan kir ku tevî vê yekê jî Wezîrê Edaletê bêyî li ber xwe bikeve daxuyaniyan dide û îdîa dike ku mafên mirovan nayê binpêkirin û rewş baş e.

Gergerlîoglû bal kişand ser kiryarên piştî kuştina mirovan a li girtîgehan û diyar kir, nedana wesayitan ji bo birina cenaze û neşuştina cenaze weke ku di mînaka Mehmet Sevînç de kete rojevê, şermeke mirovahiyê ye.

Gergerlîoglû bi bîr xist ku di ti olê de cihê vê yekê nîne û destnîşan kir ku fikrê xwe yê siyasî çi dibe bila bibe, divê wezîfeyên mirovî û olî bi cih bêne anîn.

Gergerlîoglû ragihand ku di mijara binpêkirina mafên mirovan de ya li girtîgehan wan pêşnûme pirsên bêhejmar dane, lê belê Wezareta Edaletê bersiv nedaye ji 84 ê pêşnûme pirsan.

Gergerlîoglû diyar kir ku dema bersiv hate dayin jî timî daxuyaniyên ji bo nixumandina rastiyê hatin dayin û got, "Navê xwe Wezareta Edaletê ye, lê belê bûye wezareta herî zalim."

Gergerlîoglû anî ziman ku bi mekanîzmaya îdarî zexta mirinê li girtiyan tê kirin û diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan tenduristiya mirovan xera dike, dike ku mirov xwe bikujin, mirovan bi kanserê dike, dike ku xwîn birije ser mejiyê mirovan û pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê der dike.

Omer Farûk Gergerlîoglû gotina "Ev der otela ji 5 stêrkan nîne" ya Wezîrê Edaletê yê beriya niha ji bo binpêkirina li girtîgehan bilêv kiribû, bi bîr xist û got, "Exlaq bi van re nemaye."

Gergerlîoglû destnîşan kir ku wê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan timî bixin rojevê û herî dawî bang li her kesî kir ku bala xwe li ser mijarê be.