Dayikên Nobeta Edaletê tevlê sersaxiya girtiyê bi navê Mehmet Sevînç ya li taxa Darica ya girêdayî Kocaeliyê tê domandin bûn. Sevînç li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsarê ya Manîsayê bû û 3'ê Nîsanê li nexweşxaneya ku ji ber xwînrijiya mejî ya bi rengekî bi guman rakiribûn û lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Di sersaxiyê de gelek xizmên girtiyan û çalakvanên Nobeta Edaletê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER), Komeleya Xizmên Windayan ên Anadoluyê (ANYAKAYDER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (TUHAYDER) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amade bûn.
'EM JI WAN EDALETÊ NAXWAZIN'
Li salona ku sersaxî hat qebûlkirin, wêneyê Mehmet Sevînç û mûmên kesk û sor û zer hatin danîn û dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Ji dayikên Nobeta Edaletê Fîncî Akman ku sersaxî ji malbata girtî re xwest û axaftinek kir, bi gotina "Serê gelê Kurd û serê me sax be" dest bi axaftina xwe kir.
Akman îşare bi wê yekê kir ku tişta li ser cenazeyê girtiyan hat kirin mînaka ya ku li gelê Kurd hat kirin e û got, "Mirovahî li ku ye, Îslam li ku ye, dewlet li ku ye, edalet li ku ye? Em dibêjin edalet, me destgîr dikin, me dikujin, me digirin. Ji niha û pê ve em edaletê ji wan naxwazin, emê nexwazîn."
Akman destnîşan kir ku gelê Kurd heta ku hebe wê her tim li ser lingan bisekine û wiha domand: “Em ê nirx û heqîqetên xwe biparêzin. Em ne Kurdên 30 sal berê ne, Kurd şiyar bûne, haya Kurdan ji xwe heye.” Akman diyar kir ku “Êdî bes e” û li hemberî tiştên diqewimin wiha bertek nîşan da; “Êdî bes e ji zilm û zordariya dewletê re. Dema ku em serê xwe datînin ser balgiyê, em li bendê ne kengê agahiyên xirab ji zarokên xwe bistînin. Ji tirsan em nikarin telefonên xwe jî deynin ber serê xwe. Çima gelo? Me çi bi kê kir, me malê kê xwar, me tecawiz li kê kir, me kî kuşt?
'WAYE DEWLET EV E'
Fîncî Akman îşaret bi serbest berdana tecawizkaran û dizan kir û wiha got: “Dibêjin bila kesê ku tenê dibêje ez Kurd im û xwedî li Kurdbûna xwe derdikeve ‘bipelçiqînin û perçe bikin’. Waye dewlet ev e, em dewletê baş nas dikin. Yekane karê dewletê ew e ku me bavêje zindanan.” Akman derbarê girîngiya Nobeta Edaletê ya ku 2 hefte li Edliyeya Stenbolê û hefteya bihorî jî li ber Edliyeya Bakirkoyê li darxistibûn nirxand û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku bi vî rengî tabûtên zarokên me neyên û em hembêz nekin Nobeta Edaletê heye. Em dibêjin, Hûn çi dikin bikin, fîşekê li eniya me jî bidin, em li vir in û em ê li vir bin."
Piştre ji bo bîranîna Mehmet bi xwarina mewlûdê fitar hat kirin.