Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn

104 kesên ku Cotmeha 2015'an li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Di bîranînê de ji bo rûniştina 12'ê Gulanê banga tevlîbûnê hate kirin.

Kesên ku li Gar a Enqereyê 10'ê Cotmeha 2015'an ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin, di hefteya 78'an de hatin bîranîn.

Bîranîn li cihê komkujiyê hate lidarxistin.

Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn li merasîmê axivî û got, "Ji bo me gelekî girîng e ku 104 canên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin. Mixabin hîn jî edalet bi cih nehatiye anîn."

Coşgûn diyar kir ku cezayê li bersûcan hatiye birîn têrê nake û got, kesên ku weke kiryar hatine ragihandin divê bi cezayên cidî bêne cezakirin.

Coşgûn got, "Em, şopên ku wan li jiyana me hiştin, milîtanên DAÎŞ'î ji bîr nakin. Em ji bîr nakin ku helwesta milîtanan a li salona dadgeriyê li dijî me nîşan dan, çawa bi xweşbînî hate pêşwazîkirin. Ji bo rûniştina 12'ê Gulanê divê em van bi bîr bînin û tevlî bibin. Divê em salona dadgehê dagirin. Em pêvajoyeke darizandinê dixwazin ku ne tenê ji Enqereyê temamiya pêkhateyên ked, aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê tevlî bibin."

Mehtap Sakîncî Coşgûn got, "Parastina aştiyê rûmet e. Heta ku edaleta radestîn bi cih bê anîn têkoşîn wê dewam bike."

Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşma "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin" bi dawî bû.