ÎHD bû mêvanê Sofreya Edaletê
Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 396'an de didome. Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê îro bû mêvanê Sofreya Edaletê ya ji aliyê malbata Şenyaşar ve li ber avahiya edliyeyê vekiribû.
Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 396'an de didome. Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê îro bû mêvanê Sofreya Edaletê ya ji aliyê malbata Şenyaşar ve li ber avahiya edliyeyê vekiribû.
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Fertî Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 396'an de didome. Îro endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê bûn mêvanê "Sifreya Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.
Hevserokê ÎHD a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa ku beriya fitariyê axivî, diyar kir ku ew ÎHD di meha Remezanê de piştgiriya Nobeda Edaletê dikin. Vefa, anî ziman ku ji bo piştgiriya nobeda edaletê ya malbatê bikin "Sifreya Edaletê" raxistine û got: "Me tevî malbatê fitariya xwe kir. Em di têkoşîna edaletê de li cem malbatê ne û em ê tim li cem wê bin. Heya berpirsên komkujiyê bên dîtin û li hizûra darazê hesab bidin û heya ev pergal biguhere wê tevî hemû mexdûran têkoşîna me bidome."
Piştî mele bang da fitar hat kirin û bername bi dawî bû.