ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzer Şahan: Bi astengkirina mafên tendirustiyê girtiyan dikujin!
Parêzer Yûnûs Emre Şahan diyar kir ku mafê girtiyan ê xwe gihandina tenduristiyê bi rengekî siyasî tê astengkirin û got, "Ev astengî dibin sedema mirinê." -
ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Edaletê: Girtîgeh kirine malên mirinê!
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan didome. Di axaftinên li wir hatin kirin de hate gotin ku girtîgeh weguherîne malên mirinê. -
Barzanî dîsa li Tirkiyeyê ye
Medya PDK’ê ragihand ku serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca ku bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne, îro çû Tirkiyê. -
Şandeya Şopandinê: Me piştrastkir ku li Sîlîvriyê êşkence û teşwîqkirina ji bo xwekujiyê pêkhatiye
Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê ragihand ku îidayên êşkence û teşwîqkirina ji bo xwekujiyê ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê hatiye piştrastkirin. -
Çalakiya 'darbesta bi xwîn' a li ber ATK'ê hate astengkirin
Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, ji bo balê bikişîne ser êşkence û mirina li girtîgehan, hewl da li pêşiya ATK a Stenbolê çalakiya 'darbesta bi xwîn' lidar bixe, lê belê polîsan nehiştin. Sê ji çalakgeran hatin destgîrkirin. -
Mayîna di nezaretê de ya 48 kesên hatibûn destgîrkirin hate dirêjkirin
48 kesên ku bi îddîaya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hatibûn destgîrkirin, wê 4 rojên din jî di nezaretê de bimînin. -
Li Sîlîvriyê 10 girtiyên ku êşkence li wan hatibû kirin, hatin sewqkirin
Li Girtîgeha Sîlîvriyê 10 girtiyên ku êşkence li wan hatibû kirin û hatibû xwestin ku girtî xwe bikujin, sewqî girtîgehên cihê hatin kirin. -
Li Girtîgeha Kurkçulerê êşkenceya lêgerîna şilfîtazî
Hat zanîn ku di Girtîgeha T a Kurkçulerê ya Edeneyê, êşkenceya lêgerîna şilfîtazî li girtiyan tê kirin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Girtiyê nexweş ê heftê salî Harmanci, nikare li xwe binihêre
Abdûlbakî Harmanci yê 70 salî ku girtiyekî siyasî yê nexweş e û li Girtîgeha H ya Erziromê girtî ye, ji ber nexweşiyên xwe bûye ku êdî nikare li xwe binihêre. -
Li Dîlokê çar girtî 10 roj in di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyê ya Dîlokê, çar girtiyên siyasî li dijî kiryarên li dijî mirovahiyê 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. -
ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Edliya Êlihê polîsan êrîşî parêzer Alphan kir
Yek ji parêzerên li Baroya Êlihê qeydkirî Orhan Alphan ku li dijî îşkenceya li girtiyekî li Edliyeya Êlihê derket, rastî êrîşa polîsan hat. -
Nobeta Edaletê: 2 dayik hatin destgîrkirin
Polîsan ku êrişê Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ku li ber Edliyeyea Bakirkoyê birêve dibin kir û bi karanîna şîdetê re 2 dayik destgîrkirin. -
Di doza Ozgur Gundemê de cezaya hatî dayin hat erêkirin
Di dadgeha îstînafê de cezaya 20 sal û 10 meh ya ji bo rojnamevanên ku ji doza rojnameya Ozgur Gundemê dihatin darizandin hat erêkirin. -
Li girtîgeha Islahiyeyê 4 girtî di greva birçîbûnê de ne
4 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Islahiye ya Dîlokê ragihandin ku wan li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine. -
Doz li sê rêvebirên DÎAYDER’ê hat vekirin
Serokê DÎYADER’ê Ekrem Baran jî di nav de, di derbarê sê endamên Komeleya Alikarî û Piştevaniyê ya Alimên Dînî (DÎAYDER)’ê de doz hat vekirin. -
Taşdemîr: Li girtîgehan pêleke êrişan hatiye destpêkirin
Parlementera HDP’ê ya bajarê Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku girtîgeh bûne şîrketên taybet û li ser girtîgehan pêla êrişeke sîstematîk hatiye destpêkirin. -
Mîthat Sancar: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û dozê pûç bikin
Mîthat Sancar nerazîbûn nîşanî êrişên li ser partiya wan da û bal kişand ser berxwedana Kobanê ya ku DAÎŞ têk bir û got, "Ji bo desthilatdariyê bûye birînek ku hîn jî nehatiye girtin." -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Parêzer Rezan Gezer: Li Sîlîvriyê êşkence bi rêk û pêk tê kirin û berbelav e
Endamê OHD'ê Gezer, ku hevdîtin bi girtiyên li girtîgeha Sîlîvriyê re kir, bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan ên li dijî girtiyên edlî û got, girtiyên edlî pir caran bi tenê têne hiştin. -
HDP: Qirkirina siyasî wê desthilatdariyê biqedîne
HDP’ê bal kişand ser kirinên qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP û MHP’ê û got “Hemû kelehên di destê desthilatdariyê qediyan, wê teqez dawiya vê desthilatdariyê jî were.” -
ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rapora OHD'ê ya Sîlîvriyê: Li ser navê dewletê îşkence hat kirin
Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê rapora xwe ya der barê îşkenceya li Girtîgeha Sîlîvriyê de belav kir. Di raporê de hat diyarkirin ku gardiyanan ji girtiyan re gotiye "Em li ser navê dewletê hatine" û dest bi îşkenceyê kirine.