Mîthat Sancar: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û dozê pûç bikin
Mîthat Sancar nerazîbûn nîşanî êrişên li ser partiya wan da û bal kişand ser berxwedana Kobanê ya ku DAÎŞ têk bir û got, "Ji bo desthilatdariyê bûye birînek ku hîn jî nehatiye girtin."
Mîthat Sancar nerazîbûn nîşanî êrişên li ser partiya wan da û bal kişand ser berxwedana Kobanê ya ku DAÎŞ têk bir û got, "Ji bo desthilatdariyê bûye birînek ku hîn jî nehatiye girtin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de hevserokên partiyên ji pêkhateyên HDP'ê amade bûn.
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar bal kişand ser pêla nû ya zextê ku di nava hefteyê de di bin navê 'Lêpirsîna Kobanê' de li dijî endamên partiya wan destpê kiriye. Sancar got, "Êrişên desthilatdariyê yên li dijî partiya me, gelê me û hêzên demokrasiyê zêde dibin. Doza girtinê ya li dijî partiya me hatiye vekirin, Doza Kûmpasê ya Kobanê ku di encamê de hevserokên me yên dema beriya niha û endamên me yên Desteya Rêveberiya Navendî ji ber wê dîlgirtî ne, dewam dikin. Di rewşeke wiha de beriya du rojan di bin navê operasyona pêla duyemîn a Kobanê de desthilatdariyê dest bi pêleke nû ya êrişê kir. Ev êriş jî bi sûcdariya alîkariya mirovî ya ji bo Kobanê tê kirin. Em careke din destnîşan bikin; vê desthilatdariyê alîkarî da DAÎŞ'ê, me jî alîkarî da gelê Kobanê ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe da. DAÎŞ têk çû, gelê Kobanê bi ser ket.
'BIRÎNEKE VEKIRÎ YE, LI PEY TOLHILDANÊ NE'
Ji çar aliyên cîhanê hem alîkarî hem jî piştgirî gihîşt. Lê yekane hêza ku piştgirî da DAÎŞ'ê ev desthilatdarî bû. Ji bo vê desthilatdariyê birîneke ku hînê vekiriye. Ev doz û operasyon jî encama lêgerîneke tolhildanê ya desthilatdariyê ye ku hêrsa xwe ya ji ber vê demê naqede. Nikarin ji vê yekê ti encamê bi dest bixin. Ji ber ku nikarin dîrokê vegerînin. Şensekî bi vî rengî yê desthilatdariyê nîne. Her wiha em baş zanin ku armanca van êrişan siyasî ne. Desthilatdarî bi rengê siyasî nikare bi me û HDP'ê weke yekane astengiya li pêşiya faşîzmê dibîne.
Mafdar in, ji ber ku heta em hebin em ê nehêlin faşîzm li vî welatî mayinde bibe, em ê rê nedin rejîma yek şexsî û dijminatiyê. Em ê rê nedin vê yekê. Hêza me bi têra xwe heye ku vê asteng bikin. Heta ku em hebin wê hêvî û çareserî jî hebe."
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN, DOZÊ PÛÇ BIKIN'
Mîthat Sancar diyar kir ku êrişên li dijî partiya wan têne kirin li derveyî hiqûqê ne, antî demokratîk in û ti rewabûna xwe nîne.
Sancar anî ziman ku wan gelek caran anîn ziman ku gilînameya doza girtinê çawa û li ku hatiye amadekirin û got, "Ev gilîname li Navenda Giştî ya MHP'ê hate amadekirin û li Qesrê jî hate temamkirin. Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind radestî Dadgeha Destûra Bingehîn kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi rengekî eşkere diyar kir ku di gilînameyê de delîl nîne, belgeyeke kûmpasê ye û gilîname vegerand. Lê belê doz dewam dike. Di vir de ferz dikin. Zext li Dadgeha Destûra Bingehîn tê kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi ezmûneke dîrokî re rû bi rû ye. Me baweriya xwe ya bi endamên xwedî wijdan ên li Dadgeha Destûra Bingehîn timî anîn ziman. Em careke din tînin ziman."
Mîthat Sancar destnîşan kir ku doz wê li qada siyasî bi encam bibe û got, "Em ê heta ji me tê têkoşîna xwe mezin bikin û vê dozê pûç bikin."