Taşdemîr: Li girtîgehan pêleke êrişan hatiye destpêkirin
Parlementera HDP’ê ya bajarê Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku girtîgeh bûne şîrketên taybet û li ser girtîgehan pêla êrişeke sîstematîk hatiye destpêkirin.
Parlementera HDP’ê ya bajarê Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku girtîgeh bûne şîrketên taybet û li ser girtîgehan pêla êrişeke sîstematîk hatiye destpêkirin.
Parlementera HDP’ê ya bajarê Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr zext û êşkenceya li girtîgehan a ku di demên dawîn de zêde bûye ji ANF’ê re nirxand.
Taşdemîr diyar kir ku di demên dawîn de li hemberî girtîgehan polîtîkayeke xweser hatiye avakirin û bal kişand ser vî tiştî ku binpêkirinên mafan gelekî zêde bûye.
GIRTÎGEH BÛNE ŞÎRKETÊN TAYBET
Taşdemîr diyar kir ev tişt têkiliya xwe bi polîtîkaya înkarê ya nijadperest a desthilatdariyê heye û got “Hemû kesên li hemberî xwe bi rêya darazê diavêjin girtîgehan. Tiştên ku li derve bi polîtîkayên xwe nekarîne bikin, niha jî li girtîgehan dikin.Bi sedemên beredayî, girtiyên ku cezayê wan qediyane jî bernadin. Li ser girtiyan hejmartina li ser pêyan, lêgerîna bi tazîtî tê ferzkirin. Mafê girtiyan ê hevdîtin, spor û nameyê tê desteserkirin. Girtîgeh bûne şîrketên taybet. Ji mirovan heqê elektrîk û avê tê stendin. Her tişt bi pereyan tê kirin. Li girtîgehan tîmên nîjadperest hatine peywirdarkirin.”
LI GIRTÎGEHAN MÛXATAB TUNE
Taşdemîr diyar kir ku li girtîgeha Patnosê zexteke mezin tê kirin û got “Hefteya borî girtiyekî ji malbata xwe re ragihand ku li hemberî wan êrişeke mezin hatiye kirin. Me ji bo zextên li girtîgehên Îdir, Patnos û Wanê heyeta ku Komeleya Mafen Mirovan jî di nav de şand, lê mixabin li girtîgeha Patnosê mûxatab tune. Nehiştin hevalên me biçin girtîgehê jî. Li wir êşkenceyek heye û dixwazin ser wê êşkenceyê bigirin.”
Taşdemîr diyar kir ku a niha ji serdema avabûna Komara Tirkiyeyê û heta niha êşkenceya herî mezin tê kirin û got “Berê înkar dikin û piştre dibêjin krîza dil derbas kiriye. Me dît ku êşkence li Ferhan Yilmaz hatiye kirin. Li hemberî girtîgehan êrişên sîstematîk hene. Divê raya giştî û civak baldar be.”