Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, rapora xwe ya der barê îşkenceya li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5 a Tîpa L'yê ku girtî Ferhan Yilmaz û girtiyekî navê wî nehat hînbûn hatin qetilkirin, belav kir. Komeleyê serdana girtîgehê kir û raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 60 gardiyanên ku avêtine ser qawîşan hemû tiştên girtiyan belawela kirine û li hewadariyê girtiyan deverû dirêj kirine.
'EM LI SER NAVÊ DEWLETÊ HATINE'
Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê ragihand ku girtî deverû hatine dirêjkirin û got: "Gardiyanan ji girtiyan re gotiye, 'Em li ser navê dewletê hatine. Em çi bixwazin em ê bi wê bikin. Qey di nava we de kesî zilam tune ye? Ka hûn duh zilam bûn, lê va ye hûn îro bûne berx? Em ê we di fîlmên Yeşîlçamê de bidin lîstin. Dewlet neheq be jî, mafdar e."
'XWEKUŞTIN' LI WAN HATIYE FERZKIRIN
Di raporê de ev tişt hatine ragihandin: "Girtiyekî got, ji gardiyanan re gotiye derûniya wî nebaş e, dixwaze xwe bikuje, lê gardiyanan guh lê nekiriye û îşkenceyê domandine. Girtî got, gardiyanan gotiye 'benik, cilêt, cam li wir in, here xwe bikuje.' Em pê hesiyan ku heman girtî tevî girtiyekî din zendên xwe jê kirine. Lê dîsa jî ew ranekirine nexweşxaneyê, ew birine revîrê, zendên wan pansûman kirine û paşê ew anîne qawîşê. Her wiha di dema hevdîtinê de me li ser zenda girtî dewsa birînine kûr dîtin."
LI GIRTIYAN XISTIN
Di raporê de agahiyên ku girtiyekî din ragihandine jî cih girtine. Li gor agahiyên hatine ragihandin piştî îşkenceyê gardiyanan 6 girtî birine "odeya bisînger". Di berdewama raporê de ev tişt hatine ragihandin: "Li vir li girtiyan xistine. Hat ragihandin ku ji van 6 girtiyan yek jê berê jî çend caran hewl daye xwe bikuje, lê dîsa jî cilêt û benik danîne cihekî ku girtî karibin wan peyda bikin. Girtî hoy, 'Dixwazin em xwe bikujin. Êdî em bêzar bûn, ji xeynî xwekuştinê tu rê tune ye. Hevalekî me bi benikê gardiyanan anî bû hewl da xwe bikuje.' Her wiha hat hînbûn ku îdareyê cezayê hevdîtina bi telefonê jî li van girtiyan biriye."
Di berdewama raporê de hat destnîşankirin ku demildest divê kesên berpirsê vê bûyerê ji peywirê bên dûrxistin û bang li Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) û Wezareta Dadê hatiye kirin ku têkildarî tiştên li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5'an a Tîpa L'yê de rûdan peywira xwe bikin.