Li Girtîgeha Kurkçulerê êşkenceya lêgerîna şilfîtazî

Hat zanîn ku di Girtîgeha T a Kurkçulerê ya Edeneyê, êşkenceya lêgerîna şilfîtazî li girtiyan tê kirin.

Bariş Aydin ê di Girtîgeha T a Kurkçulerê ya Edeneyê de girtî ye, ji malbata xwe re got ku di girtîgehê de êşkence li wan tê kirin.

Aydin ragihand, ku sê roj berê ji Girtîgeha F ya Kurkçulerê ew şandine Girtîgeha T'ê û got, di ketina girtîgehê de êşkenceya lêgerîna bi şilfîtazî li wan hatiye kirin.

Aydin da xuya kirin ku êdî av jî bi têrkerî bi destê wan nakeve û ev gotin li axaftina xwe zêde kir: "Pir pir dihêlin em du pirtûkan bigirin bi carekê. Zextên derûnî li me dikin."