Parêzer Şahan: Bi astengkirina mafên tendirustiyê girtiyan dikujin!

Parêzer Yûnûs Emre Şahan diyar kir ku mafê girtiyan ê xwe gihandina tenduristiyê bi rengekî siyasî tê astengkirin û got, "Ev astengî dibin sedema mirinê."

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Parêzer Yunus Emre Şahan, li ser zêdebûna mirinên li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Şahan bal kişand ser raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) û got, "Doktorên ATK'ê sonda Hîpokratî dixwin, lê mixabin li gorî şert û mercên siyasî tevdigerin. Dizanin ku ger dê û bavên wan hebin, di bin van şert û mercên tenduristiyê de wê nikaribin li girtîgehê bimînin. Lê li gorî daxwazên siyasî neçar dimînin ku van raporan biweşînin."

Parêzer Şahan bal kişand ku astengkirina mafê xwe gihandina tenduristiyê encamên cidî bi xwe re tîne û got, "Eşkere ye ku di hevdîtinên ku li girtîgehên cuda bi kesên cuda re tên kirin de binpêkirina mafê tenduristiyê heye. Me serdana Girtîgeha Bolvadîn a Afyonê kir. Hefteya borî roja Înê qawîşek ji 14 kesan ku di nav wan de nexweşên kronîk jî hene çûbûn nexweşxanê, ji aliyê doktor ve derman tê nivîsandin. Lê piştî ku 5 roj derbas bûn dema em çûn serdanê, hêj derman nehatibûn dayîn. Wa ye bi vî awayî mirin çêdibin. Fîzyolojiya hin kesan nikare hin nexweşiyan rake. Yan jî yên bi nexweşiyên kronîk dikarin ji grîpek piçûk jî bimirin."

'TIŞTÊN LI GIRTÎGEHÊ DIQEWIMIN JI GEL TÊN VEŞARTIN'

Parêzer Şahan anî ziman, “Hin girtîgeh bi qasê ku tê de jiyan nabe pir kevn in, li hin girtîgehan jî di qawîşa girtiyan de mişk tije ne” û axaftina xwe wiha domand:

"Wekî ku di çapemeniyê de tê gotin Tirkiye girtîgeheke vekirî ye. Êdî hûn rewşa girtîgehên girtî bifikirin. Girtiyek normal piştî ku cezayê girtîgehê girt divê di hawîrdoreke li gorî rûmeta mirovan de di girtîgehê de bimîne. Ger dewlet cezayekî wiha bide, divê ji bo van şert û mercan peyda bike. Bi vî awayî binpêkirina mafan derdikeve holê. Wek nebûna tenduristî, xanî, xizmetên werzîşê û hwd.”

Parêzer Yûnûs Emre Şahan nexistina rojevê ya mirin û binpêkirina mafan a li girtîgehan ya ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê weke "polîtîkaya dijmin" nirxand û wiha axaftina xwe domand, "Gardiyan jî vê rewşê qebûl kiriye û weke dijmin li yê beramberê xwe dinêre. Hikûmet vê yekê weke rojev nagire dest. Ji ber ku medyayê jî bi rê ve dibe, raya giştî ji vê yekê haydar nîne. Heta eger komek biçûk ku dengên xwe didin desthilat hebûya, wê di aliyê wijdanî de nerihet bibana, lê gelek kes nikarin binpêkirina mafan yên pêk tên bibînin.”